'Berxwedana karkerên Akkimê di roja 100'an de ye' 2017-11-06 11:28:28 STENBOL - Karkerên Akkimê ku bi sedema sendikayî ne ji kar hatin avêtin 100 rojin ji bo mafê xwe biparêzin di çalakiyê dene. Karkeran diyar kirin ku ew bawer dikin ew dê bi ser bikevin. Karkerên Fabrîqeya Amûrên Kimyewî ya Akkimê ku li Taxa Hadimkoy a Navçeya Arnavutkoyê ya Stenbolê dixebitîn û ji ber sendîkayî bûn ji kar hatin avêtin, 100 rojin di çalakiyê dene. Karkeran li pêş fabrîqeyê kon vedane û çalakiya xwe berdewam dikin. Karkeran li ser kon pankarta "Berxwedana Karkerên Akkimê di roja 100'an de ye" vekirin.    'EM BAWER DIKIN EM DÊ BI SER BIKEVIN'    Berdevkê Karkeran Alî Gunduz, diyar kir ku di destpêkê de rê u rêbaz nezanîbûn û wiha got: "Piştî dem boriya em fêr bûn û hişmendiya çîna karkeran bi pêş ket. Em di 100'emin sala Şoreşa Cotmehê de di roja 100'emin de çalakiya xwe berdewam dikin. Ji ber em di sedsala 100'emin de çalakiyê di roja 100'emîn de berdewam dikin kêfxweş in. Eb bawer dikin em dê bi ser bikevin."