'Bila ji bo herêma me jî destûra çandina kinfê bê dayîn' 2019-02-22 09:16:57 AMED - Li 19 bajaran destûra çandina kinfê (kenewîrê) hat dayîn, lê belê li bajarên herêmê destûra çandina kinfê nehat dayîn. Serokê Şaxa Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Kocaman, bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku eger li bajarên herêmê destûr bê dayîn wê ev yek çandina kinfê ya ji bo narkotîkî tê çandin kêm bike.  Li 19 bajarên Tirkiyeyê, destûra çandina kinfê hat dayîn; Amasya, Antalya, Bartin, Bûrdûr, Çorûm, Îzmîr, Karabuk, Kastamonû, Kayserî, Kutahya, Meletî, Ordû, Rîze, Samsûn, Sînop, Tokat, Ûşak, Yozgat û Zongûldak. Lê belê li bajarên herêmê destûra çandina kinfê nehat dayîn. Serokê Şaxa Endezyarên Çandiniyê ya Amedê Abdûssamed Kocaman, bertek nîşanî vê biryarê da û diyar kir ku eger li bajarên herêmê destûr bê dayîn wê ev yek çandina kinfê ya ji bo narkotîkî tê çandin kêm bike.    Kocaman, bilêv kir ku ger mewzûata qanûnê li deverên kinf pir lê tê çandinê pêk bê, dê ev yek rê li ber çandina ji bo narkotîkî tê danîn bigire û got: "Wexta qanûnek bê çêkirin, divê ne wek qanûnên Hammûrabî bin ku dibêje 'Em ê vî tiştî wisa çêbikin.' Divê li gor îtifaqeke civakiyî bên çêkirin. Ji bo vê divê bi rêxistinên civaka sivîl re bê axaftin û liv û tevgereke bi hev re çêbibe."    'WÊ TESÎRÊ LI REWŞ ABORÎ BIKE'   Kocaman, anî ziman ku bi vê qanûnê re şik û gumanên der barê astengkirina kinfa ji bo narkotîkê tê çandin jî çêbûna û got: "Pêşniyara me ev e; Divê tevî rêxistinên civaka sivîl xebatek çê bibe û bi hilberînerên kinfê yên ji bo narkotîkê diçînin hevdîtin bên çêkirin. Eger li ber vê berê astengiyek hebe divê ev yek bê rakirin û di çarçoveyek ewlehiya dewletî çandina wê bê kirin. Wexta zemîneke qanûnî çêbibe, wê rê li ber hêla wê ya narkotîkî jî bê astengkirin."    Kocaman got: "Di salên 90'î de gund hatin valakirin û li herêmê deverên çandiniyê hatin valakirin. Hîn jî li van herêman ji bo çandiniyê pirsgirêk hene. Eger li herêmê çandina kinfê di çarçoveyeke qanûnî de bê qebûlkirin, wê bandoreke neyînî li herêmê bike. Wê fabrîkayên tekstîlê û kargehên cuda vebibin. Wê tesîreke baş li dînamîka kar a herêmê bike. Wê bibe sedema vegera li gundan. Wê rê li ber koçberiyê bigire."