Di Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dan 2017-11-06 14:14:34 STENBOL - Meclisa ÎSÎG'ê rapora meha Cotmehê aşkera kir, li gorî raporê di meha Cotmehê de 182 û di 10 mehan de herî kêm hezar û 683 karkeran jiyana xwe ji dest dane. Meclisa ÎSÎG'ê got ku "Di aboriyê de hilberîn tune, aborî ji çekan re tê veqetandin." Meclisa Ewlehiya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) rapora mirinên kar a meha Cotmehê aşkera kir. Di raporê de hat gotin ku "OHAL ji tenduristiya karkeran re zerar e" û hat diyarkirin di 10 mehên salê de herî kêm hezar û 683 karkeran jiyana xwe ji dest dane û tenê di meha Cotmehê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest dane.   Di dewama raporê de zerararên ku Rewşa Awarte (OHAL) daye karkeran jî hat nirxandin û hat aşkerakirin ku grev jî hatine qedexekirin û wiha hat gotin "Di van şertên ku karker tên tirsandin û pelçiqandin de mirov nikarin qala tenduristî û ewlehiya karkeran bike."   ‘KEDA GEL DIÇE ÇEKAN'   Di raporê de hat gotin ku "Ji şer re na ji bo tevdîrên ÎSÎG'ê butceyê veqetînin" û wiha got: "Li ser hev zem tên maşîneyên motorî, baca xerckirina taybet, xerçkirinên cuda û hwd. li ser hev zem tên nîqaşkirin. Bi fermî enflasyon derket sedî 12'an, dolar xwe gihand sînorê 4 TL'yî, ji 4'an yekê ciwanan bêkarin. Civaka Tirkiyeyê xistine nav derûniyeke şer. Desthilatdariyê civaka Tirkiyeyê di nava şer de hepis kiriye û hemû aborî ji şer re hatiye veqetandin."   DI MEHA COTMEHÊ DE 182 KARKER MIRIN   Di rapora meha Cotmehê de hat piştrastkirin ku 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye û li gorî 10 mehên sala 2017'an, hejmara karkerên ji ber kêmasiya ewlehiyê jiyana xwe ji dest dane jî hezar û 683 karker in. Ji 182 karkerên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane, 151 karker, yên di statuya memûran de dixebitin; 21 jî cotkar/xwediyên axên piçûk û 10 ji wan esnaf 3 kesên di karên xwe de dixebitin.   NAVÊ KARKERÊN JIYANA XWE JI DEST DANE   Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku li Îzmîrê 13, li Stenbolê 12 û Bursayê 11 bûyerên mirinên karkeran qewimî ne.   Karkerên di meha Cotmehê de jiyana xwe ji dest dane navên wan wiha ne: “Sezer Palabiyik, Ekrek Yoruk, Bekir Kiliç, Ali Bodur, M.A., Ramazan Ateş, Zennurşan (Gulsevîn) Goz, Şengul Ozbay, Durmuş Karatekîn, Îsmaîl Uyar, Şaban Ç., Mehmet Acar, Mevlut Yaman, Îbrahîm Kartal, Omer Kunduz, Yasîn Kiliç, Cesîm Bekçîler, Recep Bakir, Abdulhamîd Alakan, Îbrahîm Altin, Denîz Koseoglu, Ahmet Duman, Halîl Cengîz, Hatun Dayankaç, Azîze Dayankaç, Raca Sahîl, Sedat Aydogan, Remzî Işildar, Hanîfî Altuntaş, Serdar Kiliç, Sezer Şahîn, Beyazit B., Onur Turan, Bîlal Kapusuz, Recep Gunduz, Yaşar Doruk, Yuksel Yildirim, Ozgul Înce, Atîlla Çakmak, Pulatov Hoshgeldî, Murat Cesur, Sedat Boz, Siddik (Ugur) Kabak, Nurettîn Kutlu, Sedat Erem, Yilmaz Magrur, Mesut Magrur, Yuksel Ugur, Mehmet Îzer, Sekvan Ustun, Vedat Ozden, Abdullah Kayaş, Ferhat Demîr, Abdullah Ahmed, Yusuf Kepenek, Mehmet Dere, Mehmet Karademîr, Kemal Şaşmazer, Hîkmet Yilmaz, Yilmaz Koç, Ulaş Selçuk Îlaslan, Alî Riza Keçecî, Halîl Tapar, Erol Cîdan, Yunus Emre Babacan, Suleyman Tihnî, Mustafa Anlamaz, Latîf Îlhan, Nadîde Kisa, Mert Devecî, Gazî Ozturk, Îbrahîm Halîl Anur, Suat Oncebe, Arîf Şahîn, Îbrahîm Nuhoglu, Mehmet Samîm Geredelî, Remzî Yilmaz, Tacettîn Yavuz, Mehmet Keklîk, Fîkret Duran, Celal Arslan, Adnan Yildirim, Burhan Kuş, Omer Er, Ayhan Çîl, Fatîh Aktaş, Mehmet Yanilmaz, Tarik Turut, Celîl Karaca, Kenan Vurmaz, Erdî Canbay, Îbrahîm Coşkun, Saît Kayaalp, Tekîn Kilinç, Selamî Saltik, Kazim Sarikaya, Luey Sattuf, Yusuf Demîr, Tuncay Kaya, Mahmut Tunga, Emrah Başaran, Azîz Kurt, Engîn Afşar, Ensarî Sefer, Husamettîn Ovît, Şaban Şener, Eşref Nalbant, Sadik Ekrem, Mahmut Turedî, Vahît Tosun, Mazlum Korkmaz, Emanet Gungor, Mustafa Koksal, Ahmet Duzgun, Yasîn B., Mustafa Şîşman, Tahîrhan Koç, Mehmet Vural, Mehmet Kocaag, Mehmet Guler, Salîm Oguztav, Necatî Duz, Selahattîn Emîrzan, Erdal Yilmaz, Harun Saglam, Niyazî Ulusoy, Murat Berke Hasta, Mehmet Karadut, Yilmaz, Aytaç Babîr, Sadettîn Ozer, Coşkun Arpak, Musa Aytekîn, Osman Sîpahî, Yasîn Halîl, Ercan Karataş, Halîl Afacan, Îdrîs Çoban, Kazim Aykan Hirçin, Îsmaîl Sungur, Zana Alamed, Kiyasettîn Tacer, Ramazan Kuçuk, Zyulfî Hayriev Emirski, Mehmet Altinbulak, Yucel Karabostan, Alî Îhsan Çelîktaş, Îslam Ozer, Adem Ozdogan, Mustafa Belen, Sebahattîn Demîrkaya, Huccet Ateş, Suleyman Erbaş, Mahîr Eskîcî, Buşra Yoruk, Kamber Can, Serdar Çalik, Serdar Demîrtaş, Ece Ceyda Gudemek, Huseyîn Gurhan, Harun Ezer, Rûkiye Uysal, Fethî Seven, Muhammet Uz, Halîl Dogan, Rûkiye Çulluk, Nevzat Saçan, Emre Ozsu, Îbrahîm Baltaci, Ahmet Çelîk, Abdullah Abîz, Ertugrul Fuat Kicalı, Ahmet Alici, Alî Bektaş, Nurdogan Aktaş, Harun Dîler, Şîm, Bulent Kocaman, Huseyîn Yurt û 3 karkerên ku navên wan nehatin hînbûn.”