Mînîbusa karkerên çandiniyê qeza kir: Karkerekê jiyana xwe ji dest da 2019-02-23 10:38:18   MÊRSÎN – Li navçeya Erdemlî, mînîbusa  karkerên çandiniyê lê sîwar bûn qulibî. Di encama qezayê de kesekê jiyana xwe ji dest da, 2 jê giran 15 kes birîndar bûn.    Li taxa Çeşmelî ya navçeya Erdemlî ya Mêrsînê, mînîbusa karkerên çandiniyê lê sîwar bûn, qulibî. Di encama qezayê de, karkerekê jiyana xwe ji dest da, 2 jê giran 15 karker birîndar bûn. Ekîbên tenduristiyê yên sewqî cihê bûyerê hatin kirin, birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Mêrsînê.    Li navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê jî, di 21’ê Sibatê de mînîbûsa karkerên çandiniyê lê sîwar bibûn, qelibî bû û di encama qezayê de 5 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn û 22 karker jî birîndar bibûn.