Di kulubeya metreyekê de 17 sal in kedê dide 2017-11-07 09:26:25 WAN - Hostayê hesteyan Suat Uyar li Rêya Armûşê 17 sal in di kulubeya yek metreyî de hesteyan temîr dike û ji hesteyên ku temîr dike 50 qurişî heqê xwe digire. Welatiyê bi navê Suat Uyar li navçeya Rêya Armûşê ya Wanê li kuçeya Demîrcilerê ji xwe re dikanek vekiriye. Dikawa Uyar mêtrekareyek e û 17 sal e di wê dikana piçûk de hesteyan temîr dike û bi vî karî debara xwe dike. Hundurê kulubê ji ber ku gelekî teng e, kesek tenê têde cih dibe, kursiyên li ber dikanê hema bêje qet vala namînin. Uyar da zanîn ku ew qet vala namîne, ji ber ku li bajêr jî kes bi vî karî re êdî eleqedar nabe, aşkera dike ku karê wî baş diçe.   Uyar destnîşan kir ku ew berî salan di rojnameyekê de dixebitî, piştî rojname hatiye girtin wî dest bi vî karî kiriye, ev pîşeyê temîrê jî ji ber destê hostayekî din hîn bûye. Uyar anî ziman ku pirî heste çêkirine û xirab kiriye, hînê vî karî bûye, serê hesteyê 50 qurişî heqdestê xwe digire. Uyar diyar kir ku ew bi vî karî hem li malbata xwe dinhêre, hem jî 2 zarokên xwe dide xwendin û wiha got: "Her dem di serê min de ev pîşe hebû. Dema min dest bi kar kir, cihê min nîvekê vê kulubeyê bû. Hin caran bayê didayê laylona kulubeya min li nava rê dida. Ji bo ba nebe min bi zincîran girê dida."   ‘JI 7 KESAN TENÊ EZ MAM'   Uyar piştrast kir ku berê li navenda bajêr gelek hostayên hesteyan hebûne, şaredariyê hemû rakirine û wiha pê de çû: "Hemû hestevan hatin girtin. Ji ber ku ez jî astengdar bûm, dezgehê min nehat girtin. Me 7 kesan ev kar dikir. Ew çûn niha ez tenê mame." Uyar anî ziman ku 17 sal e qet ew nefikiriye ku kulueya xwe fireh bike, ji ber ku kes ji derveyê wî bi vî karî re eleqedar nabe, karê wî baş dimeşe. Uyar got ku kirînerên wî her dem hene, bi salan e ev kirîner tên gel wî û hesteyên xwe temîr dikin.   ‘NÎQAŞ ME GERM DIKIN'   Uyar derbirî ku ji ber hewaya ser bi ser wan de hatiye, karê wan dê zehmettir bibe, tenekeyê ku zivistanê li ber kulubeya xwe dadide, xwe pê germ dike. Uyar da zanîn ku agirê tenekeyê wî ne tenê wî, gelek mirovên tên serdana wî jî germ dike û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Wê demê em sermayê jî hîs nakin. Nîqaşên li dora agir me germ dikin."   KÊFA TÛRÎSTAN JÊRE TÊ   Uyar destnîşan kir ku tenê welatiyên Wanê nayên serdana wî û wiha axivî: "Gelek caran tûrîst tên û ecêbiya xwe tînin ziman. Tên rûdinên û em nîqaş dikin. Di qadeke ew qas piçûk de xebat kirin gelekî bi wan ecêp tê." Uyar diyar kir ku hişmendiya "divê ez pere zêde qezenc bikim" civakê xirab dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Ev boyaxên di destê min ve jî dide nîşan ku ez pereyê helal qezenc dikim. Tu tişt qasî qezenca bi kedê xweş nîne. Heta ez bikaribim ez ê vî pîşeyî jî dewam bikim."