'Ne qeder e, em xwe birêxistin bikin' 2019-02-28 09:26:39 MÊRSÎN – Pisporê Tum Koy Sen'ê Sedat Başkavak, cinayetên di qada çandiniyê de pêk tên nirxandin. Başkavak, destnîşan kir ku tiştên diqewimin ne qeder e û ger karker xwe birêxistin bikin wê cinayetên bi vî rengî pêk neyên.  Li gorî daneyên Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG); di sala 2018'an de hezar û 923 karker jiyana xwe ji dest dane û di meha Çile ya 2019'an de jî 155 karker ji ber cinayetên kar jiyana xwe ji dest dane. Her wiha di du hefteyên dawî de li Mêrsînê di qezayên kar de 6 karker mirin û 9 jê giran 38 karker jî birîndar bûn. Pisporê Sendîkaya Hemû Hilberîner û Gundiyan (Tum Koy Sen) Sedat Başkavak û Serokê Şaxa Kedkarên Baskê Cemaweriyê ya Xizmeta Çandinî û Daristanan (Tarim Orkam-Sen) ê Mêrsînê Yilmaz Kîlîm cinayetên kar nirxandin.    'BILA DEWLET PEYWIRA XWE BI CIH BÎNE'   Başkavak, diyar kir ku cinayetên kar ne qeder in, ji ber îhmalkarî û guhnedêriya hikûmetê pêk tên. Başkavak, ji bo mirinên di du hefteyên dawî de pêk hatin jî got, ji ber tevdîr nayên girtin pêk hatine. Başkavak, anî ziman ku berpirsiyariya kardêr ew e ku ewlehiya kar pêk bîne û ya dewletê jî ew e ku divê kontrol bike. Başkavak, diyar kir ku hîn jî karkerên çandiniyê de di dema çûnhatinê de jiyana xwe ji dest didin û ev yek jî tê wateya ku dewlet û Wezareta Karên Navxweyî peywira xwe ya kontrolkirinê pêk nayne. Başkavak, bi bîr xist ku hîn jî karker di remoqên qamyonan de diçin û tên û di şert û mercên nebaş de dixebitin.    Başkavak, destnîşan kir ku karkerên çandiniyê bi mînîbus û otobêsên ku veguherandine qamyonan tên veguhastin û piraniya van wesayîtan jî nayên muayenekirin û kontrolkirin. Başkavak, bilêv kir ku hikûmet li ber şert û mercên karkeran xwe li nedîtinê datîne.    'AKP WEK PATRONAN NÊZÎ KARKERAN DIBE'    Başkavak, bilêv kir ku hîn jî karker li qeraxên cihok û çeman dimînin û bi heqdesteke kêm ji serê sibehê heta êvarî dixebitin. Başkavak, destnîşan kir ku bi taybetî di dema hikûmeta AKP'ê de cinayetên kar zêde bûne û ev yek jî ji ber polîtîkayên hikûmetê ne. Başkavak, rewşa karkerên li Balafirgeha 3'yan a Stenbolê û mirina 301 karkerên li somayê bi bîr xist û got: "Diviya AKP, guh bide karkeran û pirsgirêkên wan çareser bike. Lê belê ji dêvla guh bide wan bi zext û zorî bi ser wan de diçe. Piştî mirina 301 karkerên li Somayê, helwesta hikûmetê ya ji bo cinayetên karker guherî. Hikûmeta AKP'ê wekî patronan nêzî karkeran dibe."    RÊXISTINBÛYÎN    Başkavak, destnîşan kir ku ji bo cinayetên kar neqewimin, divê karker xwe bi rêxistin bikin. Başkavak, bilêv kir ku ji bo karkeran rêxistinbûyîn wekî nan û avê girîng e û got: "Divê karker li sendîqayên xwe xwe bi rêxistin bikin û ji bo çareserkirina pirsgirêkan bên cem hevdu. Ger vê nekin wê pirsgirêk û cinayet ji bo wan qeder be. Lê wexta xwe birêxistin bikin wê pirsgirêkên wan çareser bibin."    Serokê Şaxa Tarim Orkam-Sen a Mêrsînê Yilmaz Kîlîm jî, destnîşan kir ku heta niha ji bo karkerên çandiniyê û demsalî tu tiştekî cidî nehatiye kirin û ev pirsgirêk her diçe zêdetir dibe. Kîlîm got: "Şert û mercên nebaş herî zêde tesîrê li zarokan dikin. Di dema xwegihandina qada xebatê de bi sedan eks dimirin. Ji mecbûrî bi heqedesteke kêm dixebitin. AKP, di 16 salên îktîdara xwe de ji bo ewlehiya kar û tenduristiya karkeran tiştek nekiriye. Polîtîkayên wê ji bo sermayeyê ne. Lê belê di warê çareserkirina van pirsgirêkan de tu hêviyî û baweriya me bi AKP'ê nemaye."    MA / Ergin Çaglar