'Divê em dîrok, kuçe û malên Rihayê biparêzin' 2019-02-28 09:32:54 RIHA – Serokê Komîteya Pîşeyî ya Turîzmê ya ŞÛTSO'yê Kamîl Turkmen, diyar kir ku sala 2019'an wekî sala Gobeklîtepeyê hat îlankirin û li Rihayê potansiyela turîzmê heye, lê belê divê ev potansiyel derkeve holê. Turkmen kêmsiyaên di vî warî de rêz kirin û got: "Divê em dîroka xwe, kuçeyên xwe û avahiyên xwe biparêzin."    Riha, bi dewlemendiya xwe ya dîrokî û çandî xwedî potansiyeleke mezin a turîzmê ye, lê belê ji ber pirsgirêkên di sektora turîzmê de ev potansiyel dernakeve holê. Piştî Wezareta Çand û Turîzmê, sala 2019'an wekî sala Gobeklîtepeyê îlan kirin turîzmvan kêfxweş bûn, lê belê ji bo neçareserkirina pirsgirêkên heyî jî bi fikar in. Serokê Komîteya Pîşeyî ya Turîzmê ya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê (ŞÛTSO) ya Rihayê Kamîl Turkmen, bilêv kir ku li Rihayê di warê turîzmê de pirsgirêk hene. Turkmen, bal kişand ser kêmbûna firîna li Balafirgeha GAP'ê jî û got: "Bûye sala Gobeklîtepeyê lê dîsa jî şîrketên rêya hewayî bi awayekî negatîf nêzî bajarê me dibin."    ‘DIVÊ TURÎZMA RIHAYÊ BÊ TEŞWÎQKIRIN'    Turkmen, anî ziman ku piştî sala 2019'an wekî sala Gobeklîtepeyê hatiye îlankirin, turîzmvanên bajêr kêfxweş bûne û wê di sala Gobeklîtepeyê de sektora turîzmê tesîreke baş li aboriya Rihayê bike. Turkmen, bilêv kir ku par zêdetirî milyonek kes serdana Rihayê kirine û îsal ew li bendê ne ku ev hejmar zêdetir bibe. Turkmen got: "Bêtir turîst di bihar û payîzê de tên Rihayê. Serdanên di van çaxan de girîng in. Lê belê divê armanca me tenê ne ev herdu serdem bin. Divê em vê liv û tevgerê li tevahiya salê belav bikin. Ji bo sala 2019'an tê gotin hedef 2 milyon turîst in, lê belê li gor şertên niha ev hejmareke afakî ye. Divê em turîzma li Rihayê ne li 4 mehan, li 10 mehan belav bikin. Eger wisa bibe em ê bi her awayî bi ser bikevin."    Turkmen, anî ziman ku ji bo pêşxistina turîzma Rihayê, divê veberhênanên turîzmê bên destekkirin û got: "Niha betalî ji sedî 12 ye, lê li herêma me ji sedî 30 ye. Ji bo îstihdameke baş divê ji bo turîzmê pakêtên taybet ên teşwîqkirinê bên amadekirin. Çawa ku dewlet ji bo pîşesazan pakêtên taybet ên teşwîqê amade dike, divê heman tiştî ji bo turîzmvanan jî bike. Ev ji bo me bivê nevê ye."    'SEFER KÊM DIBIN'    Turkmen, bi brî xist ku Gobeklîtepe di lîsteya mîrasê ya mayînde ya cîhanê de ye û Heran û Gola Masiyan jî namzetên vê lîsteyê ne. Turkmen, destnîşan kir ku Riha bi dewlemendiya xwe ya çandî û dîrokî bala mirovan dikişîne. Turkmen, diyar kir ku turîst dixwazin bên herêmê, lê belê ji ber seferên balafirê kêm in turîst pir nikarin bên. Turkmen got: "Mesela wê di 31'ê Adarê de fîrmaya Pegasûsê seferên xwe yên Îzmîrê betal bike. Ji bo turîzma Rihayê ev darbeyeke mezin e. Par ji Egeyê gelek turîst hatin. Me ev pirsgirêk gelek caran bilêv kir. Lê mixabin sîyasetemdar vê pirsgirêkê çareser nakin. Madem Riha bajarê turîzmê ye, divê demildest ev pirsgirêk bê çareserkirin. Divê ji Stenbol, Îzmîr, Enqere, Antalya, Trabzon û Bûrsayê ber bi rihayê sefer hebin."    Turkmen, diyar kir ku ji bo turîst li navenda bajêr bimînin divê kuçe û avahiyên dîrokî bên restorekirin û got: "Divê malên Rihayê bên restorekirin. Mesela Buyukyol, Qada 58'an û Beykapisî ji bo vê guncan in. Ger em dixwazin turîzma Rihayê pêş bikeve divê em qîmeta dîrokê zanibin. Divê em dîroka xwe, kuçeyên xwe û malên xwe biparêzin. Divê em hewl bidin ku turîst bi rihetî bigerin. Ji bo vê jî pêdiviya me bi qadan heye. Li Rihayê çanda dengbêjiyê pri girîng e. Divê em malên dengbêjan çêbikin û ji vê çandê ji turîstan re vebêjin. Mesela muzîka tasavvûfî ya Rihayê jî ekoleke girîng e. Divê em xanên xwe aktîf bikin."