Esnafên bazarê bersiva Erdogan dan: Ji bo hilbijartinê me dike terorîst 2019-03-04 09:12:05   STENBOL - Esnafên bazaran ên li Stenbolê bertek nîşanî Erdogan dan û gotin: "Hilberînên me par bi 8 lîreyî dikirî îsal em bi 25 lîreyî dikirin. Heke Erdogan dixwaze bihayên hilberînan erzan bibe divê alîkariyê bide xwediyên hilberînan."  AKP'ê li bajarên wek Stenbol, Enqere, Bursa û Balikkesîrê beriya hilbijartina xwecihî nokteyên tanzîmê ava kir. Dixwaze bi van nokteyên tanzîmê rê li ber enflasyona fêkî û sebzeyan bigire. Tevî hemû nokteyên tanzîmê hatin avakirin jî lê li ser dezgehên bazar û marketan bihayê fêkî û sebzeyan neguherî. Ji ber vê sedemê Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan li dijî esnafan derket û esnafan bi gotina "terorîst" sûcdar kir.    Esnafên bazaran bertek nîşanî gotina Erdogan dan û gotin eleqeya bihabûnê bi wan re nîne û ev yek propaganda hilbijartinê ye.    ‘JI BO HILBIJARTINÊ ME DIKE TERORÎST'   Ji esnafên bazara li Semta Tarlabaşi ya Navçeya Beyogluya Stenbolê Necatî Akman diyar kir ku di her hilbijartinê de îktîdar rojevekê ji xwe re diafirîne û got: "Gotinên wî êdî ji me re xerîb nayên. Ji ber ku hemû gotinên wî ji bo propaganda hilbijartinê ye, me dike terorîst. Tu tiştekî welat nîne û aîdî welat nîne, hemû tişt firotine bazirganiya derve. Her tişt hatiye taybetkirin. Heke li Tirkiyeyê polîtîkaya hilberînê û baş birêve birin dê hemû şert û bihabûn baş bibe. Wê fêkî û sebze jî erzan bibin. Erê raste fêkî û sebze biha ne, lê gelo li gorî çi bihaye."    ‘ÇAV BERDANE NANÊ ME'    Ji esnafan Recep Eker jî destnîşan kir ku bihabûna bingehîn ji ber dewlet destek nade cotkaran û wiha got: "Gelo heya Erdogan jê heye ku lîtreya mazotê bûye çiqasî? Yanî ev bihabûn hemû ji ber me ye gelo? Me havînê kîloya bacanan bi 50 qirûşî dkirî û bi lîreyekî difirot. Dema em mesrefên din jî jê derdixî. Tiştek me re nedima. Tu kes ji bo me bazarvanan nake. Beriya 35 salan jî tanzîm hebûn. Çima girtin? Çimkî girtin û hemû dan Mîgrosê û Tansaşê. Ew ên di Tensaşê de hemû bûn wezîr. Wan wezîran em dibêjirin. Tevî ku em wan dibêjirin jî çavê wan li nanê me ye. Çima cihên tanzîmê nadin bazarvanan. Cihên herî xweş dane tanzîmê. Çima li bazar û li kolanan ava nakin."    ‘YÊN HERÎ DI ZORÊ DE NE ESNAF IN'    Esnafê bi navê Hamza Ozekîncî jî bersiva gotinên Erdogan da û wiha got: "Heke Erdogan dixwaze fêkî û sebze erzan bibin bila ewil alîkariyê bide cotkarên hilberîner. Piştî wê heke ku bihayê fêkî û sebzeyan erzan nebû bila bazarvanan 'terorîst' îlan bike. Li Tirkiyeyê herî zêde esnaf di zorê de ne. Tişta em qezenc dikin jî li ser mesrefên me diçe. Ev deh sal in û du kurê xwe gavek jî bi pêşve neçûne. Tişta me bi 8 lîreyî dikirî, niha em bi 25 lîreyî dikirin. Hemû cûreyên hilberînan biha bûye û kes nikare bistîne. Roj heye em destvala diçin malê."    MA / Ferhat Çelîk