Wiha biçe dê Meletî bê tem û lezet bimîne 2017-11-08 09:57:01 MELETÎ -  Welatiyên Meletiyê qasî 2 milyonu darên mişmişê birîn û dest ji hilberîna mişmişan berdan û gotin ku "Heke wiha biçe dê Meletî bê mişmiş û tem bimîne." Welatiyên li Meletiyê hilberîna mişmişan dikin, tekane karê ku pê debara xwe dikin ev e û ji ber ku hilberîn pere nake dest bi birîna daran kirin. Welatiyan aşkera kir ku bê avî û berhemên wan ji ber ku pere nakin, wan tekane çare di birîna daran de dîtiye. Keyayê taxa Bahçelîevlera navçeya Battalgaziyê Azîz Kartal aşkera kir ku tenê li taxa wan 262 baxçe hene û nîvekê wan hatiye birîn, tê gotin ku dê li tevahiya Meletiyê qasî 2 milyon dar bên birîn.   ‘DÊ DARAN NEBIRIN KA ÇI BIKIN’   Kartal anî ziman ku wekî li tevahiya Meletiyê, li taxa wan jî hilberîna mişmişan tê kirin, piştrast kir ku di her hilbijartinê de wedên dê avê bînin didin wan, lê hemû sozên wan vala derdikevin. Kartal diyar kir ku ji ber ku av li herêmê tune, cotkar ji derveyê mişmişan nikarin tiştekî din bikin û wiha axivî: "Ji ber ku mazot biha ye, cotkar çi diçîne berdêla wê nagire. Ji mişmişan îsal qet pere nehat. Yomiya karkeran 55-60 TL ye. Mişmiş bi 4-5 TL'an diçe. Lêçûnên wê hateya wê pêşwazî nake. Cotkar dara nebirin dê çi bikin. Li vir sewalkarî nayê kirin, ka û gîha jî biha ye. Cotkar dê çi bikin nizanin. Li vir cotkarî qediya ye."   DIBIRIN WEKÎ ÊZING DIFROŞIN   Kartal destnîşan kir ku êzingên mişmişan jî pere nake, cotkar nikarin deynê krediyê jî razînin û xwest deynê cotkaran bê taloqkirin. Kartal got ku "Divê Wezareta Bazirganî û Cotkariyê zûtirîn demê de dest bavêje mişmişan" û wiha pê de çû: "Mişmişên Meletiyê li cîhanê belav dibû. Çima dest navêjnê ez nizanim. Bi Amerîkayê re pirsgirêka vîzeyê, bi Bakurê Iraqê re, an jî bi Almanyayê re pirsigrêkeke cuda... Bi hemû dewletên cîran re pirsgirêkan me hene. Yek jî sedema ku mişmiş pere nakin ev e."   ‘EM HILBERÎNA ÇI BIKIN’   Welatiyê bi navê Bakî Bektaş jî li heman taxê dimîne, 25 salan ji bo wan 30 donim dar ked daye. Bektaş diyar kir ku ji ber ku 300 darên xwe nikare av bide û hin darên wî jî ji ber ku mişmiş pere nake birîne. Bektaş da zanîn ku piştî birînda daran, dest avêtiye hilberîna titûnê, lê ji ber qedexeya li ser titûnê jî ew jî pere nake, destnîşan kir ku ew bê çare mane û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Mazot bûye 5 TL, ez ê li vê zeviyê çi biçînin, çi bigirim. Mişmiş an 4 an jî 5 T ye. Mesrefên xwe jî dernxe."   ‘DÊ MELETÎ BÊ MIŞMIŞ BIMÎNE’   Bektaş derbirî ku wan darên birîne wekî êzing dixebitînin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Divê berî her tiştî mazotê daxin. Didin keştiyan bi 2 TL'yî, ji cotkaran re 5 TL ye. Em ê çawa hilberînê bikin. Şaredar soz da ku dê avê bîne. Di her hilbijartinê de ev soz tê dayîn, lê me tiştek nedît. Hevalekî me li zeviya 300 donimî 3 hezar dar birîn. Pere nake. Wiha biçe dê Meletî bê mişmiş bimîne. Min 30 hezar TL kredî kişandiye, ez niha nikarim bidim. Bila deynê me taloq bikin em saleke din bidin."