Karker: Bila OHAL bê rakirin û taşerontiyê qedexe bikin 2017-11-09 14:10:10 STENBOL - Endamên DERÎTESK û Sendîkaya Karkerên Şaredariyê, bi hev re daxuyanî da û aşkera kirin ku divê OHAL bê rakirin û yek jî sedemên bingehîn ên mirinên karkeran taşerontî bê qedexekirin. Karkerên endamê Sendîkaya Karkerên Tekstîl û Xwendina Post (DERÎTEKS) Û Şaxa Hejmar 2 a Karkerên Şaredariyê ya Turk-Îşê, li Qada Azadiyê ya Bakirkoyê hatin gel hev, xwestin OHAL bê rakirin û taşerontî bê qedexekirin. Karkeran pankarta "Ne statu bê şert ji taşerontiyê re kadro" vekirin. Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Rêveberiya Herêmî û Hemû Şaredariyan (TUMBEL-SEN) jî piştgirî da çalakiya karkeran.   'BÛYE KOMARA TAŞERONAN'   Di çalakiyê de berpirsê herêma Ewropayê yê DERÎTEKS'e Veysel Arslan axivî. Arslan aşkera kir ku ruxmê hemû çareseriyên ku pêşî li mirinên karkeran bigirin di destê AKP'ê de ne jî, mirinên karkeran şeş qatî zêde bûne û ev tişt got: "Ne xwedîlêderketin û ne jî polîtîkaya çareseriyê heye. Dema mirinek diqewime tenê sersaxiyê dixwazin. Divê bes karker bimirin. Em tenê dixwazin di şertên baş de bijîn û jiyana xwe berdewam bikin." Arslan bal kişand ser mirinên karkeran ên li Bursayê jî û piştrast kir ku ewlehiya kar nayê girtin, sedema wê jî wekî xebatên taşeronî da nîşan.   Piştî axaftina Arslan, Serokê Şaxa Hejmar 1 a TUMBEL-SEN'ê Kadrî Kilici jî destnîşan kir ku dema AKP hatiye desthilatdariyê, wê demê 200 hezar xebatkarên taşronî hebûn, niha ev derketiye 3 milyonan û da zanîn ku Tirkiye bûye komara taşeronan. Kilici diyar kir ku di mirina karkeran de Tirkiye di nav welatên Ewropayê de di rêza yekemîn de ye û aşkera kir ku sedema vê jî xebatên taşeronan e.   'DIVÊ ÇIRÛSK GUŞ BIBE'   Serokê Şaxa Hejmar 2 a Sendîkaya Karkerên Şaredariyê Erol Ozdemîr jî derbirî ku di serdema OHAL'ê de tundiya li ser kedkar û karkeran zêde bû, lêgerîneke herî piçûk a têkoşîna karkeran tê astengkirin. Ozdemîr anî ziman ku di şertên OHAL'ê de qanûna hevkirinê ya bi zorê li Komîsyona Butçe Plan û Meclisê hatiye qebûlkirin, bi vê dixwazin madenan arizî (özelleştirme) bikin.