Sewalkarên Wanê: Sewalkariyê diqedînin 2017-11-10 09:33:48 WAN - Sewalkar, qesab û bazirganên sewalan ên li Wanê bertek nîşanî projeya "goştê îthal" dan û aşkera kirin ku hikumet bi vê polîtîkayê dixwaze amborgoyê dîne ser gel û gotin: "Li şûna goşt îthal dikin, bila buhayê nok, fasolî, benzîn û mazotê kêm bikin. We buhayê goşt daxist, wê demê em ê buhayê qût çawa bikin." Qesab û bazirganên li Wanê bertek nîşanî projeya "Goştê sor ê erzan" a Wezareta Sewalkarî û Çandinî û Qut dan û dan zanîn ku li şûna goşt îthal dikin, bila hilberîna herêmî bi hêz bikin û qedexeya li ser zozanan rakin. Bazirganên ku 30 sal in li taxa Bostanîçî ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê bazirganiya sewalan dikin, aşkera kirin ku 30 sal in wan ew qas tengasî nekişandiye.   'TU DEMÊ EW QAS XIRAB NEBÛBÛ’   Bazirganê bi navê Tevfîk Yildiz destnîşan kir ku bi salan e ew li bazara sewalan sewalan dikire û difroşe, piştrast kir ku goştê îthal wisa kiriye ku ew nikarin danûnstandinê bikin û wiha got: "Em roja xwe xilas dikin û ji vê re şikir dikin. Ez 35 sal e bi karê sewalkariyê re mijûl im, tu demê ew qas xirab nebûbû. Zozanên me hatin qedexekirin, em ji gund derxistin, niha jî goşt îthal dikin. Dixwazin bi vê yekê sewalkariyê biqedînin. Bi rojan e min li vir yek sewal jî nefirotiye. Divê goştê îtal rawestînin. Sewalên li vir tên xwedîkirin, têra hemû Tirkiyeyê heye."   'BILA ERDOGAN PÊŞIYÊ BUHAYÊ QÛTAN KÊM BIKE'   Tucar Alî Ozhan jî anî ziman ku 30 sal e ew li bazara sewalan danûnstandinê dike û ev tişt got: "Tayyîp Erdogan ji bo goşt erzan bike, goşt îthal dike. Bila Erdogan destpêkê buhayê fasolî, nok û qût erzan bike. Buhayê van xwarinan derketiye du qatî." Ozhan destnîşan kir ku hikumet bi vê rêyê ambargoyê dide ser gelê kurd û wiha pê de çû: "Dibêjin 'Bila kar nekin û bimirin.' Heke qedexeya li ser zozanan bê rakirin û ji bo sewalkariyê piştgirî bê kirin, dê bêsîkariya li herêmê gelekî bi pêş keve."   'SEDÎ 70 WELATIYAN SEWALKARIYÊ DIKE'   Welatiyê bi navê Fehîm Ateş bi karê bêsiyê re eleqedar e û der barê vê rewşa xirab de ev tişt anî ziman: "Wezîrê Çandiniyê dibêje ku 'em ê goşt îthal bikin û buhayê goşt erzan bikin.' Bila berê buhayê mazot, ka û êm daxin. Piştgiriyê bidin cotkaran. Dema êm û ka erzan bibe, dê buhayê goşt jî bikeve." Ateş got ku "Li Wan, Agirî û Qersê sedî 70'yê gel bi sewalkariyê re eleqedar e" û wiha pê de çû: "Heke goşt bê îthalkirin, dê hemû sewalkar dest ji vî karî berdin. Dê kesên ku sewalkariyê bike tune be. Em ji xwe niha zerar dikin."   'DEWLET LI GORÎ BERJEWENDIYÊ XWE TEVDIGERE’   Kemal Gezer da zanîn ku 18 sal e ew li navenda bajêr karê qesabiyê dike, rewşa ku xirab e, her ku diçe xirab dibe û ev nirxandin kir: "Çûne bi du marketan re li hev kirine û dê goştê îthal bînin. Çawa bi kêra dewletê tê wisa dike, qet li halê gel nafikire. Em dixwazin dewlet dest ji vê polîtîkaya şaş berde. Em ê destûr nedin ku wisa bi rihetî karê me bi dawî bikin."   ‘BILA DEST JI POLÎTÎKAYA ŞAŞ BERDIN'   Qesabê bi navê Sefer Bariş jî piştrast kir ku dixwazin hilberîna xwecihî biqedînin û ev tişt anî ziman: "Li cihê ku divê dewlet li herêmê sewalkariyê bi pêş bixe, berovajiyê wê berbi qedandinê ve dibe. Ev projeya goştê îthal, qedandina me ye. Divê demek ji ya din zûtir dev ji vê yekê berdin. Heke li marketan goştê erzan bê firotin jî em nikarin vî goştî erzan bidin. Di vê rewşê de divê em dikanên xwe bigirin. Bila hikumet dest ji vê polîtîkaya şaş berde."