Ji ber krîza aborî karê rûxandinê yên li Heskîfê hat rawestandin! 2019-03-29 09:26:16 ÊLIH – Tê gotin li Heskîfê, ji ber krîza aborî xebatên rûxandinê hatine rawestandin.    Hat diyarkirin ku li Heskîfê xebatên rûxandinê yên ji bo Bendava Ilisûyê 3-4 hefte ne hatine rawestandin. Heta niha li navçeyê Tirbeya Zeynelbeg, Hemama Artûklûyê, Mizgefta Eyyûbî, Mizgefta El-Riziq û minareyên Mizgefta Eyyûbî hatine veguhastin. Tê diyarkirin ku ji bo veguhastinê 250 milyon lîre pere hatiye xerckirin.    TÊ GOTIN JI BER KRÎZA ABORÎ XEBAT HATINE RAWESTANDIN    Lê belê tê gotin ku 3-4 hefte ne li heskîfê xebatên rûxandinê hatine rawestandin. Hat dîtin ku li navçeyê qamyonên ji bo rûxandinê dixebitîn ji li şantiyeyê hatine parkirin. Heta niha ji bo vê rewşê tu daxuyanî nehatine dayîn, lê belê tê gotin ev yek ji ber krîza aborî ye.    Rayedarên Hewldana Heskîfê, piştrast kirin ku karê rûxandinê hatiey sekinandin û makîneyên kar naxebitin û heta niha 185 karker ji kar hatine derxistin. Rayedaran, anî ziman ku sedema derxistina ji kar ji ber bidawîbûna îhaleyê ye, lê belê îhaleya nû jî bi derengî hatiye xistin û sedema vê jî krîza aborî ye.    Bi rêya telefonê em li rayedarên şîrketê geriyan, lê belê diyar kirin ku ew nikarin di vî warî de tiştekî bêjin û îşaret bi DSÎ'yê kirin.    DSÎ: WÊ ÎHALEYA NÛ BÊ KIRIN    Rayedarên DSÎ'yê jî parastin ku ji bo karê veguhastinê pereyê hatiye veqetandin hazir e û plansaziya wan didome û wê îhaleya nû di nav 20 rojan de dest pê bike.    MA / Metin Yoksu