Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê mexazeya xwe ewil vekir 2019-03-30 09:15:36 EDENE – Li Edeneyê Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê ku ji bo destekê bide hilberînerên biçik û berên xwezayî bê navbeynkaran bigihîne welatiyan, mexazaya xwe ya ewil vekir.  Li Edeneyê, 47 kes li hev civiyan û Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê ava kirin. Armanca kooperatîfê, destekê bide hilberînerên biçûk û bêyî navbeynkaran berên xwezayî bigihîne welatiyan. Kooperatîfê mexazaya xwe ya ewil vekir. Li mexazayê 67 ber tên firotin. Ji van beran hin jê ev in; zeytûn, rûnê zeytûnan, penêr, hinguv, gûz, şekir, hêk, nanê genim û hwd.    ARMANC DETSEKKIRIN HILBERÎNERÊN BIÇÛK E    Cîgirê Serokê Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê Yaşar Gokoglû, diyar kir ku mafê her kesî ye ku xwe bigihîne berên xwezayî û ji bo vê ew feraseta çandiniyê esas digirin. Gokoglû got: "Armanca me ne qezenckirina pereyan e. Em dixwazin destekê bidin hilberînerên biçûk." Gokoglû, diyar kir ku berên wan giş xwezayî ne û li gor marketan erzantir in. Gokoglû, destnîşan kir ku ew dixwazin berên xwezayî bêyî navbeynkaran bigihînin welatiyan.    BERÊN XWEZAYΠ   Serokê kooperatîfê Hasan Pûshak jî, destnîşan kir ku armanca wan destekkirina çandiniyê ye û got: "Armanca me ew e ku em navbeynkaran ji holê rakin. Kooperatîfa Ekîn Tuketîmê, hewl dide ku tevî kesên hilberîner biryaran bigire û tevî wan tev bigere. Xebateke dildariyî esas digire." Pûshak, diyar kir ku di rojên pêş de armanceke wan jî ew e ku vê yekê pêş ve bixin û aîdî kooperatîfê çewligên hilberînê û bostanên bajêr ava bikin.    MA / Hamdullah Kesen