Piştî hilbijartinê ceyran ji sedî 37 zem kirin 2019-04-02 10:35:25 ENQERE - Piştî hilbijartinê hikûmetê ewil ceyran zem kir. Li gorî guhertina di Rojnameya Fermî de hat weşandin, hikûmetê ji sedî 37 ceyran zem kir.    Saziya Sererastkirina Piyasa Enerjiyê (EPDK), ji 1'ê Nîsana 2019’an de ceyran zem kir. EPDK'ê, tarîfeya firotina komî ya enerjiya ceyranê ya Şîrketa Hilberîna Ceyranê (EUAŞ) diyar kir. Biryara EPDK’ê ya der barê mijarê de di rojnameya Fermî de hat weşandin. Li gorî biryara EPDK'ê ya di Rojnameya Fermî de hat weşandin, ceyran ji sedî 37 zem bû.