KESK: Heta OHAL rabe emê têbikoşin 2017-11-11 16:52:16 ENQERE - Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê tekildarî çalakiya "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin" ku ji aliyê rexistinên kedê ve hat dayîn, daxuyanî da. KESK'ê diyar kir ku heta pergala “OHAL-KHK'ê" bi dawî bibe dê têbikoşin.  Platforma Şaxan a KESK'ê ya Enqereyê tekildarî çalakiya "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin" ku ji aliyê rexistinên kedê ve hat dayîn, li 5'emîn şaxa Egîtîm Sen'ê ya Enqereyê daxuyanî dan. KESK'ê xwest li Kolana Sakarya daxuyanî bide. Lê ji ber walîtiyê çalakî li Kolanê qedexe kir, li avahiya Egîtîm Sen'ê da. Li Salonê pankarta "Ji bêhiqûqiya OHAL'ê re na. Ji bo karê endamên me paşve bidin em li qadan in" "Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin" vekirin. Endam û rêveberên Platforma Şaxan a KESK'ê destnîşan kirin ku heta pergala “OHAL-KHK'ê" bi dawî bibe dê têbikoşin. Di çalakiyê de bê navber dirûşmeyên “Em kedkar in, em mafdar in em dê bi ser bikevin" û “Ne OHAL em demokrasiyê dixwazin" berz kirin.    Li ser navê komê Rêveberê Demî yê Platforma Şaxan Hasan Akbabatunguz, daxuyanî da û wiha got: "Tirkiye êdî ne welatê hiqûq û demokrasiyê ye. Demokrasî û perwerdehiya zanistî êdî tune ye. Qeyûm tayînî 83 şaredariyan hatiye kirin. 6 Şaredar ji peywirê hatine girtin û vîna ji sedî 43 hilbijîran ji aliye qeyûman ve tê rêvebirin Em dixwazin OHAL rabe û heta OHAL rabe em dê têbikoşin."