Piştî hezazê buhayê komirê zêde bû 2017-11-12 10:35:19   ŞIRNEX - Piştî li Şirnexê hezaz pêk hat û 8 karkeran jiyana xwe ji dest da, gelek kanên komirê yên ku welatiyan pê debara xwe dikir hatin girtin, li herêmê buhayê komirê sedî 50 zêde bû.   Kana Komirê ya Hejmar 1 a li pêşbiniyên Çiyayê Cûdî yê Şirnexê ye, di hezazê de 8 karkeran jiyana xwe ji dest dabûn. Piştî hezazê leşkeran dest danîbû ser jeneratoran û qasî 50 kanên komirê dabûn girtin. Her roj ji van kanên komirê bi tonan komir dihat derxistin û gelek karkeran debara xwe bi vê komirê dikir, lê leşkeran dest danî ser kanan û xebatên li herêmê rawestand.   Kanên komirê yên ku berî 15 rojan kar lê hat qedexekirin, vê yekê bandoreke xirab li ser buhayên komirê ya li herêmê jî kir.   Ji ber hilberîna komirê bi carekê de ket, komira ku berê welatiyan tona wê bi 200 û 280 TL'yî distand, niha bi 300 û 400 TL'yî distînin. Bi sarbûna hewayê re û ketina hilberîna komirê re, wer dixwiyê ku dê buhayê komirê hêj zêdetir bibe. Bajarê ku bi salan bû pêwîstiya komirê ya bajarên cuda jî pêşwazî dikir, heke hilberîna komirê li bajar bikeve dibe ku ji derve komir ji bo Şirnexê bê xwestin. Zivistan jî ji bajêr dijwar derbas dibe, lê ji ber ku aboriya li bajêr jî ne baş e, dê kirîna komirê hêj zehmettir bibe.   DIXWAZIN KANÊN KOMIRÊ BÊN VEKIRIN   Karkeran rojên borî der barê rewşê de nêrînên xwe anîbûn ziman û aşkera kiribûn ku cihê ku kanên komirê digirin, bila şertên wan baş bikin. Karkeran aşkera kiribû heke kanên komirê bixebitin, dê şirketên ji xwe rewşa wan baş e, dê baştir bibe, dixwazin tekane çavkaniya debara malbata wan kanên komirê ji nû ve bên vekirin.   MA / Cîhan Olmez