Dê 4 hezar û 500 karker ji kar bên derxistin 2019-04-08 11:02:37   STENBOL – Li gorî daxuyaniya TAV’ê şandiye borsayê hat ragihandin dê piştî rawestandina Balafirgeha Ataturkê 4 hezar û 500 kes ji kar bên derxistin   Balafirgeha Ataturkê ya Stenbolê ji ber cih guherandinê di 6’ê Nîsanê de hat rawestandin û hemû firîn hatin betalkirin. Balafirgeha Ataturkê veguhezandin Balafirgeha 3’yemîn a Stenbolê. TAV a ku kar û barên termînala Balafirgeha Ataturkê dike daxuyanî da Platforma Ronîkirinê ya Cemaweriyê (KAP) û da zanîn dê dawî li nêzî 4 hezar û 500 karkeran bê. Hat zanîn ku ji ber derxistina karkeran a ji kar dê bihayê îxbara tazmînatê û kidemê jî nêzîkî 204 milyon lîreyî bigire.