Erol Katircioglû: Ger reforma demokrasiyê çêbe aborî de sererast bibe 2019-04-09 09:14:59 STENBOL – Parlementer Erol Kartircigolû, diyar kir di bingeha krîza aborî ya kûr dibe de bêbaweriya AKP’ê ya avakiriye heye û got: “Ne mimkune ku welat 4 salên din bi vê ferasetê bi rêve birin. Berî her tiştî lazime ku reformên demokratîk û hiqûqî bên beşxistin. Dûre dê aborî bi xwe sererast bibe.”   Li Tirkiyeyê her roja ku diçe krîza aborî kûrtir dibe û hêza kirînê ya mirovan kêm dibe. Cihên firotina tenzimî jî ji bo krîza aborî nebû çareserî û bi hatina biharê re bihayê erzaq girantir bû. Li gorî danayên Rêxistina Çandinî û Xwarinê (FAO) a girêdayî Neteweyên Yekbûyî (NY), li tevahiya cîhanê di meha Adarê de bihayê erzaqan ji sedî 3.6 kêm dibe, lê li Tirkiyeyê ev rewş berevajiye. Di heman Adarê de, erzaqa salane ji sedî 29.77 zêde bûye.    ‘SEDEM KRÎZA SIYAYÎ YA LI WELATE’   Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Stenbolê Erol Katircioglû, diyar kir ku sedama krîza aborî ya bingehîn krîza siyasiye û wiha axivî: “Niha em mudaxilê hemû lîstikan bûne. Navê vê listikê jî piyasaya serbeste. Mînak divê li her derî bankeya navend serbixwe be. Lazime ku bandora siyasetmedaran li ser bankeya navendî tune be. Li tevahiya cîhanê jî hev yek hatiye qebûl kirin. Dema ku ev rê û rêbaz bi cih neyên anîn û hûn fermanê bidin bankeya navendî, wê demê bê bawerî derdikeve holê. Aboriya we hewcedarî sermayeya biyaniye. Ger sermayeya biyanî neyê, wê demê dê pereyê Tirkiyeyê nirxê xwe winda bike. Dema ku em li van hemûyan mêze dikin, pirsgirêka aboriyê tenê ji ber aboriyê nîne. Raste rast têkiliya siyasete bi aboriyê re heye.”   ‘MEVDÛATA DIWÎZÊ DI NEWROZÊ DE LEZBÛN QEZENC KIR’   Katircioglû, da zanîn ku bi taybetî berî hilbijartinê diwîz bilind bû û wiha got: “Êdî mirov pereyên xwe dikin Dolar û Euro. Gelo çima wiha dikin? Ji ber ku ew jî zanin, hêza AKP’ê têre nake ku piştî hilbijartinê aboriyê sererast bike û nêrîna ku dê dîsan fatûreya aboriyê bi gel bide dayîn heye. Mirov jî ji bo ku xwe biparin, diwîzan dikirin. Ev jî dibe sedem ku mevdûatên diwîz bilind bibe. Zêdebûna mevdûatên diwîz bi pîrozbahiya Newrozê re  lezbûn qezenc kir. Ji ber ku gelê Kurd di pîrozbahiyên Newrozê de nîşan da ku dê gelên Tirkiyeyê xwedî dengê xwe derkevin û AKP wê winda bike. Ji xwe wisan çêbû jî.”   ‘GEFA ERDOGAN NAYÊ QEBÛL KIRIN’   Katircioglû, bal kişand ser gotinên Erdogan ên berî hilbijartinê yên weke “Ger serokên şaredariyan di hilbijartinê de qezenc bikin jî, tu şansê wan tuneye ku aboriya Tirkiyeyê sererast bikin. Gelo kî niha dewletê bi rêve dibe?” û wiha bilêv kir: “Pergala hikumeta serokkomariyê, pergala yekzilamî ya tisiye. Hemû mekanîzmayên pereyî kontrol dike. Pergalek hikumetê ya gefê li rêveberiyên herêmî bixwe nayê qebûl kirin. Êdî ne pêkane ku Tirkiye bi ferastek wiha bê birêve birin. Civakê jî nîşan da ku ew vê yekê qebûl nakin. Ligel ku hemû derfetên dewletê bi kar anîn jî, hemû bajarên mezin winda kirin. Li bajarên Kurdan jî polîtîkayên qeyûma jî têk çûn. Ji ber vê divê kesên AKP’ê bi rêve dibin, dev ji vê siyasetê berdin. Lazime ku Tirkiye êdî asayî bibe. AKP’ê êdî li Tirkiyeyê du cemserên dijminantiyê avakirine.”    ‘FATURAYI HALKTAN ÇIKARACAKLAR’   Katircioglû, di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Îro xemsariyek mezin li hemberî çotkar û çandiniyê heye. Zêdebûna bihayan jî ji ber vê ye. Êdî li welat hilberîna pîvaz û petatayan jî çênabe. Berê pere hebe, pereyê pêşin dihat dîtin û hilberîn çêdibû. Lê dî pere nemaye. Ji bo ku aborî bê sererast kirin, berî her tiştî divê reforma demokrasiyê bê kirin. Divê reforma hiqûqî bê kirin. Dûre dê kriza aborî bê çareser kirin.”    MA/ Ferhat Çelîk