‘Em ê di 1’ê Gulanê bi 7 hezar dayikên bi laçik spî re kom bibin’ 2019-04-17 15:01:21 STENBOL - Endamê Komîsyona Kedê yê HDP’a Stenbolê Yaşar Yilmaz Altûnbîlek, diyar kir ku ewê bi daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de û li dijî krîza aborî dê beşdarî 1’ê Gulanê bibin û got: “Emê bi 7 hezar dayikên bi laçik spî yên 7 hezar zarokên wan ên di greva birçîbûnê dene re, ji bo bêjin ‘Hewar, êdî bese’ li qadan kom bibin.”   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Stenbolê, bi şîara “Li dijî krîzê avakirina ked û yekitiya gelan” û “Bila tecrîd rabe, Leyla bijî” li Hevraza Kazanci starta 1’ê Gulanê Roj Ked û Piştevaniyê da. Parlementerên HDP’ê Serpîl Kemalbay, Zuleyha Gulum û Hevserokê HDP’ê y ê Stenbolê Cengîz Çîçek beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Laçika xw ya spî girê bide û were! Bijî 1’ê Gulanê!” hat vekirin. Jinên beşdarî daxuyaniyê bûn laçik girê dan. Endamê Komîsyona Kedê ya partiyê Yaşar Yilmaz Altûnbîlek  daxuyanî da û wiha got: “Em xwe bi rihê bilindkirina têkoşîna demokratîk a 1’ê Gulanê amade dikin. Em 1’ê Gulanê di pêvajoyeke krîzek pir giran pêşwazî dikin. Ji bo ku astengiyên li pêşiya têkoşîna maf û azadiya cîna karker rabe, bêguman divê em li qadan bin û daxwazên xwe bînin ziman.”        ‘ÇALAKIYA HERÎ BI BANDORE’   Altûnbîlek, da zanîn ku çalakiya greva birçîbûnê ya herî bi girseyî di dîroka Tirkiyeyê de tê jiyîn û wiha axivî: “7 hezar mirovên girtî ji bo aştî û demokrasî pêş bike, dorpêçkirin û tecrîd bişike canê xwe danîne holê. Leyla Guven a 161 rojin di greva birçîbûnê deye, soza ku dabû gel bi cih tîne û dixwaze desthilatdarî li Girtîgeha Îmralî hiqûq bi cih bîne. Li hemberî vê çalakiya gehiştiye asta mirinê bêdeng mayîn, di heman demê de tê wateya li hemberî têkoşîna azadiya ked û yekitiya gelan jî bêdeng mayîne. Ji ber vê emê bi 7 hezar dayikên bi laçik spî yên 7 hezar zarokên wan ên di greva birçîbûnê dene re ji bo bêjin ‘Hewar, êdî bese’ li qadan kom bibin.  Em bang dikin ku hemû Îstenbolî bi rih û zanebûnek mezin beşdarî 1’ê Gulanê bibin.”    ’42 SAL DERBAS BÛN’   Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Cengîz Çîçek dûre axivî û wiha got: “Berî 42 salan li Hevraza Kazanci 34 kedkar hatin qetîlkirin. Em dibêjin ku em ala wan dewr girtiye. 42 sal derbas bûn, lê hîna jî dewleteke hiqûqî û demokratîk nehatiye avakirin. Îro rastiyek din jî heye. Ji ber bêhiqûqiyê bi rastî 7 hezar girtî îro di greva birçîbûnê dene. Tenê dixwazin li welat hiqûq pêş bikeve. Li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nemaye. Kesên di greva birçîbûnê de dixwazin hiqûq li welat pêş bike. Em jî li vê derê, dixwazin daxwqazên wan dubare bikin. Ev welat bûye welatê qereqolan, bûye welatê qedexeyan. Em ê bi xwişk û birayên xwe yên karker û kedkar re di 1’ê Gulanê de bên gel hev û dawiya van zext û gefan bînin.”   Piştî daxuyaniyê komê hey ali ber Lîseya Galatasarayê belavok belav kirin û dûre belav bûn.