‘OHAL û KHK dibin sedema mirina kedkaran’ 2017-09-25 15:14:32   AMED – Şaxa SES’ê ya Amedê bi boneya du endamên wan piştî hatin îxrackirin bi qeyrana dil jiyana xwe ji dest dan daxuyanî da diyar kirin ku mirina hevalê wan ji OHAL û KHK’yan ne serbixwe ye.    Şaxa SES’ê ya Amedê bi boneya endamên xwe Bulent Uçar, Abdulhafiz Fîlîz û Mucahît Karataş ên piştî hatin îxarckirin jiyana xwe jiyana xwe ji dest dan li avahiya sendîkayê civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden, Hevserokê Şaxa SES’ê ya Amedê Recep Oruç, rêveber û gelek endamên SES’ê beşdarî civînê bûn.    ‘ÎXRACAN KEDKARAN BER BI MIRINÊ VE BIR’    Hevserokê Şaxa SES’ê Recep Oruç bi bîr xist ku bi KHK’yan nêzî 150 kedarên cemaweriyê hatine îxrackirin û ewlehiya kar bi tevahî ji holê hat rakirin. Oruç destnîşan kir ku rejîma OHAL’ê herî zêde li ser qada tenduristiyê bandorek neyînî kir û ji ber rû bi rû bûna êrîşan re li ser jiyana hevalê wan bandor kiriye. Oruç got ku gelek hevalên wan ji ber qeyrana dil derbas kirine yan jî bi întîxaran dawî li jiyana xwe anîne.    ’52 KESÊN ÎXRAC KIRN JIYANA XWE JI DEST DAN’    Oruç da zanîn ku 52 kedkarên cemaweriyê bêyî ku serî li komîsyona OHAL’ê bidin jiyana xwe ji dest dane û got: “Piştî van pêkanînan endamên me Bulent Uçar, Abdulhafiz Fîlîz û Mucahît Karataş bêhiqûq hatin îxrackirin. Di vê pêvajoyê de riyên hiqûqê nedîtin. Pêkanîna faşîst a ji welat re bûye serdest dawî li jiyana 3 hevalên me anî. Îxracê li ser tenduristiya hevalê me bandor kir. Berpirsyarê van mirinan AKP ye.”    ‘MIRIN NE ASAYÎ NE’    Hevseroka Giştî ya SES’ê Gonul Erden jî diyar kir ku îxrackirin û ji derxistina kar encama polîtîkaya AKP’ê ya 15 salan e û kesên ji xwe re talûke dît bi hiqûqa dijminahiyê nêzî herkesi bû. Erden da zanîn ku di serdema OHAL’ê de tenê 35 kedkarên hatine îxrackirin întîxar kirine û ev yek ji pêkanînên OHAL’ê ne serbixwe ye. Erden anî ziman ku çavkaniya van mirinan ji ber pêkanînên dij hiqûq û neheqiyan e û dê ew bibin şopdarên tiştên qewimîn e.