Li Amedê rojeva 1’ê Gulanê krîza aborî û grevên birçîbûnê ne 2019-04-29 09:58:36 AMED - Welatiyên Amedê diyar kirin ku ew ê di 1'ê Gulanê de li Meydana Îstasyonê bin û di rojeva wan de krîza aborî, tecrîd û grevên birçîbûnê hene.    Karker û kedkar li dijî krîza aborî, bêkarî, mûçeyê kêm, şertên giran ên xebatê û xespkirina maf di Cejna Karkeran 1’ê Gulanê de derdikevin qadan û daxwazên qîr bikin. Li Amedê jî dê 1’ê Gulanê li Qada Îstasyonê bê pîrozkirin.    Zeyat Ceylan ê ji sedî 70 bû hevşaredarê Rezanê û bi hêceta îxrac bûye mazbataya wî nedanê, Dayika Aştiyê Nafiye Yigît û cotkar Alîcan Karahan rojeva mitîngê nirxandin.    ‘EM DAYÎNA BEDELA KRÎZA ABORIYÊ NAXWAZIN’    Zeyyat Ceylan diyar kir ku karker û kedkar dê di 1’ê Gulanê de li Qada Îstasyonê bên gel hev û daxwaza qîr bikin û got: “Em di nava rojevek  tije de 1’ê Gulanê pîroz dikin. Karker û kedkar di pêvajoyek dijwar a krîza aborî de derbas dibin. Berpirsê van hemû pirsgirêkan îktîdar e. Divê bedela vê yekê jî îktîdar bide. Em wek karker, kedkar û hemû aliyên civakê dayîna vê bedelê qebûl nakin.”    ‘EM Ê DAXWAZÊN AŞTIYA CIVAKÎ BÎNIN ZIMAN’    Ceylan anî ziman ku pirsgirêkên civakî yên li welat her roja ku diçe mezin dibin û dê di mitîngê de daxwaza têkildarî xerabûna aştiya civakî ya Tirkiyeyê jî bê ziman.    Ceylan got: “Wek ku tê zanîn, demek dirêj e li ser Birêz Ocalan tecrîd heye. Ev tecrîd li ser tevahiya civakê belav bûye. Ji ber vê yekê bi hezaran ewladên me bedena xwe dane ber birçîbûnê û em ê jî daxwaza wan bînin ziman. Dema ev daxwaz bibe civakî dê bê çareserkirin. Em ê di 1’ê Gulanê de bang li her aliyan bikin ku li dijî bêmafî û bêhiqûqiyê dengê xwe bilind bikin û di heman demê de dewlet û hikumetê li hember aştiya civakî vexwînin wezîfeyê. Ji ber vê yekê em hemû gelê Amedê vedixwînin Qada Îstasyonê.”    ‘EM Ê BIBIN DENGÊ AŞTIYÊ’    Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Nafiye Yigît got ew ê bi armanca ji bo piştevaniya girtiyên di greva birçîbûnê de ne di 1’ê Gulanê de li Qada Îstasyonê bin. Yigît destnîşan kir ku daxwaza girtiyên di greva birçîbûnê de ne daxwaza wan e û got: “Wê Qada îstasyonê bibe dengê aştiyê. Em ê ji bo kedkar, karker, cotkar û hemû ewladên xwe li qadan bin. Em naxwazin zarokên me bên kuştin. Bila tu kes çav û guhê li mirina negire. Em ê li qada qîr bikin û da ku dengê me here wan kesan. Em ê tecrîdê bişkînin.”    'JI BO TECRÎD RABE EM Ê LI QADÊ BIN’    Cotkar Alîcan Karahan jî jî diyar kir ku ew ê li dijî krîza aborî li qada 1’ê Gulanê bin û her roja ku diçe krîza aborî cotkarî û hilberînê tune dike. Karahan got hikumetê jî li dijî daxwazên karker, cotkar û kedkaran guhê xwe girtiye. Karahan da zanîn ku hikumet daxwazên hemû gelan û aliyan red dike û wiha got: “Em li nokteya her tişt qediyaye. Îktîdar niha ji bo îradeya gelan bişkîne polîtîkayan birêve dibe. Îro bi hezaran însan ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Em ê jî li dijî vê tecrîdê di 1’ê Gulanê de li qadê bin. Heke hikumet dixwaze pirsgirêkan çareser bike bila gav biavêje. Heke em dengê xwe bilind nekin û qîr nekin wê gellek însan jiyan xwe ji dest bidin. Heke em aştî û azadiyê dixwazin divê em li wê qadê bin. Em ê daxwaza rakirina tecrîdê di 1’ê Gulanê de li Qada Îstasyonê bînin ziman.”