Amadekariyên 1'ê Gulanê li Wane temam bûn 2019-04-30 09:25:09 WAN - Hêzên demokrasî û kedê ji bo 1'ê Gulana Wanê bang li karker û kedkaran kirin û gotin, ew ji bo daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê, li dijî betalî û xizaniyê dakevin qadan.    Wê 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran, li Wanê li Parka Mûsa Anter bê pîrozkirin. Rêveberên sendîka û partiyên siyasî û hêzên ked û demokrasiyê bal kişandin ser têkoşîna hevpar.    KESK: EM Ê DAXWAZA ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ BILÊV BIKIN    Berdevkê Platforma Şaxên Platforma KESK'ê ya Wanê Bedrî Yamaç, diyar kir ku îtifaqa AKP-MHP'ê têkçûyîna di hilbijartina herêmî de qebûl nekriye û ev yek bûye sedema mezinbûna krîza aborî û siyasî. Yamaç, çalakiya greva birçîbûnê ya bi pêşengiya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven hat destpêkirin bi bîr xist û got: "Bi hezaran kes ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe bedena xwe dane ber birçîbûnê. Daxwaza wan daxwazeke rewa ye û divê bê qebûlkirin. Eger Tirkiye li gor qanûnên xwe tev bigere wê pirsgirêk xw ebi xwe çareser bibe. An jê wê bide sedema encamên trajîk. Ji bo em vê daxwazê bi dengekî bilind bilêv bikin em gelê xwe vedixwînin qada 1'ê Gulanê."    DÎSK: TAZMÎNATA KIDEMÎ XETA ME YA SOR E    Serokê Şaxa Sendîkaya Genel Îş'ê Omer Tekîn jî bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê û têkoşînê û got: "Em ê tu carî dev ji tazmînata kidemî ebrnedin. Em ê li qadên 1'ê Gulanê bibêjin 'dest nedin tazmînata me ya kidemî.'"    Serokê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP) a Wanê Cem Guleş jî bilêv kir ku niha tê xwestin destkeftiyên karkeran ji dest wan bên girtin û bal kişand ser tazmînata kidemî. Guleş, bang li her kesî kir ku di 1'ê Gulanê de dakevin qadan. Her wiha Guleş, Leyla Guven ku li dijî tecrîdê ye jî silav kir û xwest îktîdar daxwaza Guvenê qebûl bike.    EMEP: EM Ê BI DAXWAZÊN XWE LI QADDAN BIN    Rêvebera Partiya Kedê (EMEP) a Wanê Zelal Sarî jî got: "Tê xwestin krîza aborî li karkeran bê barkirin. Li dijî vê em jî dibêjin, ne karker û gel, divê kesên dibins edema vê krîzê bedêlê bidin. Li dijî vê em ê dakevin qadên 1'ê Gulanê."