Wê berê xwe bidin qada Taksîmê 2019-04-30 09:27:18 RIHA – 18 karkerên ku ji îstasyonên TUV-TURK a Rihayê ji kar hatin avêtin û 164 roj in li ber îstasyonê li ber xwe didin, wê li Taksîmê berxwedana xwe bidomînin.    Li Rihayê 18 karkerên ji ber endamê Sendîkaya Neqliyatê bûn û ji îstasyonên muayenekirina wesayîtan a TUV-TURK'ê ji kar hatin avêtin, 164 roj in li ber îstasyonê li ber xwe didin. Lê belê ji bo tev li pîrozbahiya 1'ê Gulanê bibin wê biçin Stenbolê.    JI BO MAFÊN XWE   Karker Mûrat Îlgen ku 11 salan di TUV-TURK'ê de xebitî, diyar kir ku tim meaşê wan kêm bûye û wexta ji bo mesaiyê diman jî heqê mesaiya wan nedihat dayîn. Îlgen, anî ziman ji ber endamên sendîkayê bûn ji kar hatine avêtin.    Îlgen, bal kişand ser girîngiya 1'ê Gulanê û got: "1'ê Gulanê roja yekîtî û têkoşînê ya çîna karkeran e. Di rojeke wisa de divê karker hemû li dor hev bibin xelek û bitêkoşin. Çi dibê bila bibe divê mirov xwedî li mafên xwe derkeve. Ji bo parastina destkeftiyan divê her kes dakeve qadên 1'ê Gulanê."    ‘ME DOZA AMFÊ XWE KIR, EM JI KAR HATIN AVÊTIN'    Salîh Dal, diyar kir ku ji ber wan doza mafên xwe yên aborî û civakî kiriye ji kar hatine avêtin û got: "Em rojê 11 saetan dixebitîn. Lê meaşê me kêm û heqê mesaiyan nedihat dayîn. Bêhnvedana nîvro nîv saet bû. Ji bo şert û merc biguherin û em di şertên mirovî de bixebitin me xwe bi rêxistin kir."    Dal, diyar kir ku di qada berxwedanê de ew 1'ê Gulanê pêşwazî dikin  û got: "1'ê Gulanê roja bi hezaran karkerên wekî me li ber xwe didin. Loma berxwedana me tenê ne ya komek karker e, bû berxwedana her kesî." Dal, destnîşan kir ku di 1'ê Gulanêd e ew ê biçin Qada Taksîmê û ew ê daxwazên xwe li Qada Taksîmê bilêv bikin. Dal, bilêv kir ku ew ê di 1'ê Gulanê de bersivê bidin êrîşên li ser destkeftiyên kedkaran.