Qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmehê bibîr anîn 2019-05-01 11:41:13 ENQERE – Li Enqereyê beriya pîrozbahiya 1’ê Gulanê, qurbaniyên Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an a li Gara Enqereyê bi qurnefilan hatin bibîranîn.    Bi wesîleya 1’ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ji bo kesên di Komkujiya 10’ê Cotmeha 2015’an de li ber Gara Enqereyê di teqîna DAIŞ’ê de jiyana xwe ji dest dan merasîma bîranînê hat lidarxistin.    Hêzên ked û demokrasiyê beşdarî bîranînê bûn û ewil rêz girtin û dirûşmên “10’ê Cotmehê ji bîr neke û nede jibîrkirin” û “Ji şer re na, aştî hema niha” berz kirin.    Hevseroka Komeleya 10’ê Cotmehê Mehtap Sakîncî Coşgun axaftinek kurt kir û got: “Em li ser navê qurbaniyan li qada ne. Heta em li kolan û qadan daxwazên xwe bi awayek zelal nebêjin dê tu pêşketin çênebe. Tevî ku çend sal derbas bûn jî hêj li vir peykerek bîranînê nehat çêkirin. Em ê vê pêvajoyê ji nêz bi şopînin. Heta edalet were em ê li ber xwe bidin.”    Komê piştî axaftinê qurnefil danîn cihê teqîn lê pêk hat û pişt re jî çûn qada mitîngê.