Buhayên sotemeniyê pişta wan şikand 2017-11-15 09:32:56 AMED - Hikûmeta AKP'ê buhayên sotemeniyê li ser hev du caran zem kir. Ji ber zemê buhayê mazotê 5 lîreyan derbas kir. Welatiyan bertek nîşanî vê yekê de û dest nîşan kirin ku ji ber şer zem çê dibin û heke dawî li şer bê dê buha dakevin.  Buhayê sotemeniyê zem li ser zemê dixwe û ev yek pişta welatiyan dişikîne. Di nava hefteyê de du caran zem çê bû û buhayê sotemeniyê derket ser 5 lîreyan. Welatiyên bertek nîşanî vê yekê da. Ji cotkaran bigire heta ajokarên mînîbusan diyar kirin ku hatiye wê astê ku êdî ew nikarin wesayîtan bişoxilînin.    ‘SEDEMA ZEMAN: ŞER'    Ahmet Guler ku bi veguhastina karkerên demsalî debara xwe dike, diyar kir ku pereyê ku ew ji serwîsê qezenc dike hemû dide heqê sotemeniyê. Guler got ku buha zaf zêde ne û wiha axivî: "Erdogan li cihê xwe talîmatan dide û ji ber vê buha zêde dibin. Em dixwazin rojek berî rojekê buha bên daxistin, lê belê êdî bawerî nemaye. Bi her kesî re şer dikin. Ji ber êdî nikarin pereyan bigihînin şer buha zêde dibin." Guler got ku heke dawî li şer bê dê buha dakevin û wiha got: "Bila li welat şer tune be, aştî û aramî hebe wê buha dakevin."    Ahmet Elma ku bi veguhêzkariyê debara xwe dike, diyar kir ku buhayên mazotê her diçe zêdetir dibin û wiha got: "Bang li rayedarên hikûmetê dikim. Bila destê xwe deynin ser wijdanê xwe. Bila ji Xwedê bitirsin. Ji ber ew dewlemend in, nizanin pere çawa diçe û tê. Ji halê feqîran fêm nakin. Tenê derdê wan rant e. Tenê ne mazot, li welat buhayê her tiştî zêde ye. Ev dostê gel in an dijminê gel in? Ne diyar e."    Abdûllah Guneşê ku gundiyan dibe û tîne jî, anî ziman ku ji ber zeman ew nikare mazotê bikire û wiha got: "Heke wisa bidome, em ê qontaxê bigirin û li mala xwe rûnên. Ji bo çi buha wisa zêde dibin?"    ‘COTKAR NIKARIN ERDÊ XWE BAJON'    Can Demîrel ku li hêla Ûçkûyûlarê bi cotkariyê re bilî dibe jî, anî ziman ku ji ber zêdebûna buhayên sotemeniyê bi zor û heft bela ew erdê xwe dajon û ev tişt gotin: "Buhayên gubre, tov û mazotê firiyane. Em nikarin bikirin. Dema ji bo tijekirina depoya motorê diçim, 400-500 lîre diçe. Ez evqasî qezenc nakim, lê ez mecbûr im mazotê jî bikirim." Demîrel got ku buhayên tov û gubre jî pişta cotkaran şikandiye û wiha got: "Tona gubre bi hezar û 200 lîreyî û tov jî bi hezar û 500 lîreyî ye. Em genim bi 900 lîreyî difiroşin. Em dixwazin buhayê mazotê kêm bibe û doza alîkariyê dikin."   MA / Rifat Şahin