Rêjeya bêkariya ciwanan ji sedî 20'an derbas kir 2017-11-15 12:03:04 ENQERE - Li gorî TUÎK'ê di meha Tîrmehê de rêjeya bêkariyê sedî 10,7 bûye, di meha Tebaxê de rêjeya bêkariyê bûye sedî 10,6. Rêjeya bêkariyê ya ciwanên bê kar, sedî 0.7 zêde bû û bû sedî 20.6. Saziya Îstatîstîkên Tirkiyeyê (TUÎK) Aramiya Hêza Kar a meha Tebaxê aşkera kir. Li gorî daneyan, li Tirkiyeyê kesên bêkar ên temenê wan 15 û hêj jortir, di meha Tebaxa 2017'an de li gorî sala din a heman mehê 89 hezar kêm bûye û bûye 3 milyon û 404 hezar kesî. Rêjeya bêkariyê bi 0,7 puanî kêm bû û bû sedî 10,6 û paşve çû.   Di heman demê de; di beşa çandiniyê ya ketina rêjeya kar de 0,9 puanî kêm bû û wekî 12,8 tê texmînkirin. Di nifûsa ciwan (temenê wan 15-24 salî) de, rêjeya bêkariyê 0,7 puan zêde kir û derket sedî 20,6'an, di koma temenê wan di navbera 15-64 salî de, 0,7 puan kêm bû û bû sedî 10,8.   Hat diyarkirin ku îstihdama herî zêde di çandiniyê de ye û hat piştrastkirin ku tevlêbûna hêza karî zêde bûye û der barê xebata ji derveyê qeydê de jî ev agahî hat dayîn: "Di meha Tebaxê ya sala 2017'an de beyî ku bi tu saziyeke ewlehiya civakî ve girêdayî be, rêjeya xebatkaran zêde bûye û li gorî sala çûyî 0,5 puan zêde bûye û derketiye sedî 35,1'an. Kesên di sektora çandiniyê de ji derveyê qeydan dixebitin, li gorî sala çûyî 0,5 puanan zêde bû û derket sedî 22,2'yan."