Karkerên taşeron li ber wezaretê çalakî pêk anîn 2017-11-15 14:46:52 ENQERE – Bi sedan endamên Sendîkaya Genel-Îşê li çar hêlên Tirkiyeyê li ber Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê çalakî pêk anîn û şertên xebatê şermezar kirin. Sendîkaya Karkerên Xizmeta Giştî ya Tirkiyeyê ya di bin banê Konfedersyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) de xebatên xwe dikin, li dijî pergala taşerontiyê li ber Wezareta Ewlehiya Civakî û Xebatê (ÇSGB) çalakî pêk anîn. Ji çar aliyên Tirkiyeyê bi sedan karker tev li daxuyaniyê bûn.   Karkerên taşeronî pankarta "Ne personelê peymana taybet, em dixwazin bibin karkerên kadro" vekirin û daxwazên xwe anîn ziman. Karker ji bo balê bikişînin ser şert û mercên koletiyê, dirûşma "Xwe ker neke biqîre, ji koletiyê re serî rake" berz kirin.   ‘PIRSGIRÊKA KADRO LI PIŞT DERIYAN ÇARESER NABE’   Li navê karkeran Serokê Genel-Îşê Remzî Çalişkan axivî. Çalişkan diyar kir ku hikumetê pirsgirêkên kadroyan çareser nekiriye û wiha got: "Rayedarên hikumetê yên pirsgirêkên kadroyan girtine dest, di pişt deriyên girtî de ev mesele nayê çareserkirin, veşartina plan û fikrên xwe yên sendikayan nayê qebûlkirin."   HIKUMET PERGALEKE BÊ EWLE AVA DIKE   Çalişkan der barê nîqaşên ku hikumet dixwaze der barê memuran de pêk bîne jî axivî û ev tişt got: "Çareseriya ku ew li ser disekinin şayet yek bi yek li gorî fikrada sererastkirina ewlehiya karkerên cemaweriyê bê rastkirin, ev tê wê wateyê ku ev li dijî xala 4/d a bi hemjara 657'an hatiye kirin. Ev jî tê wateya îstihdama bê ewle."   Çalişkan got ku "Em dixwazin karkerên taşronî bigirin xala 4/d a hejmara 657'an" û wiha pê de çû: "Ji bo karkeriya taşronî ya di şaredariyan de bi dawî bibe û îstihdam bê avakirin, divê hebûna şirketên taşron bên bi dawîkirin, divê di mewzuata şaredariyê û mewzuata îhaleya cemaweriyê de sererastkirinek bê kirin."   Çalişkan aşkera kir ku endamên wan ji kar hatine dûrxistin û xwest endamên wan careke din bigirin kar.