Kes ji rewşa heyî nerazî ye: Heqê me ye, çimkî me deng da AKP'ê 2019-05-12 09:06:59   ERZIROM - Li navçeya Yakûtiye, hem esnafên bazarê û hem jî welatiyên tên bazarê ji rewşa aborî nerazî ne. Welatî Bunyamîn Gulluce got: "Ev heqê min e. Çimkî min jî denegê xwe da AKP." Welatî Ebûbekîr Kiran jî got: "Hingî we ew parast halê me ev e."    Ji ber krîza aborî welatî nikarin ji bo meha Remezanê tiştekî jî bikirin. Li Bazara Pêncşemê ya Taxa Yoncalik a navçeya Yakûtiye ya erziormê, welatiyên hatin bazarê û esnafên li bazarê ji ber bihabûnê nerazî ne.  Îrfan Kartal ku mamoste ye û ji ber nehatiye tayînkirin niha hêk  û xurmeyan difiroşe, diyar kir ku fiyetên bazarê li gor ên marketan erzantir in lê dîsa jî her tişt biha ye û got: "Krîza aborî ya li Tirkiyeyê krîzeke pir kûr e." Mevlut Îpteş ku xurmeyan difiroşe jî, destnîşan kir ku par wan kîloya xurmeyan bi 8 lîreyan difirot lê îsal bi 12 lîreyan difiroşin.    'ÊDÎ BI HEBAN DIFIROŞE'    Abdûllah Yildiz ku li bazarê lîmonan difiroşe, diyar kir ku hefteya borî 30 qase lîmon firotiye lê belê vê hefteyê 5 qase firotiye û got: "Berê 20 lîmon bi 5 lîreya bû, lê belê niha ancax 5 lîreyan 7 heb lîmon tên kirîn. Êdî mirv bi heman lîmonan dikirin."    'HINGÎ WE EW ERDOGAN PARAST...'    Ebûbekîr Kiran ku ji bo zebze û fêkî bikire hat bazarê, diyar kir ku destvala vegeriyaye malê û got: "Li vî welatî tiştek bi dewlemendan nayê. Çi bibe bi feqîran dibe. Heqdesta asgarî hat bihakirin, lê pê re her tişt jî hat zemkirin. Yanî bi vî meaşî tiştek nayê kirîn. Tayyîp Erdogan tim dibêje 'me ev tişt kir, me ev tişt kir.' Lê kes nizane çi kiriye. Çi kiribe jî bi bêrîka vî gelî kiriye. Sedema vê krîzê hikûmet e. Êdî kes nikare nanekî jî bikire." Wexta Kiran diaxivî jinek hat got "Ma Erdogan ê hîn çi bike." Kiran jî bertek nîşanî jinikê da û got: "Hingî we ew parast em ketin vî halî."    Ayşe Dûrmaz diyar kir ku ji be rkrîza aborî her tişt biha bûue û got: "Êdî em nizanin em ê çi çêbikin. Çimkî her tişt biha bûye." Abdûrrahman Îspîr jî got: "Êdî em nikarin nan jî bikirin. Feqîrî û betalî pir zêde bûye. Nexasim zivistanê li Erziromê ardû pir biha ye. Wexta tê neşewitîni dicemidî, wexta tu dişewitînî tu nikarî heqê wê bidî. Êdî em nizanin em ê çi bikin."    ‘DIVIYA MIN DENG NEDANA AKP'Ê'    Bunyamîn Gulluce, destnîşan kir ku heta niha bûye şahidê gelek krîzên aborî lê belê krîza herî giran krîza niha ye. Gulluce, got: "Em di meha Remezanê de ne. Lê heqê nan jî bi me re tune ye. Li Erziromê bazirganî nemaye. Esnefek li taxê dikanek vekiriye. Ev kes ji dewletê doza kar û îstihdamê nake. Ji dêvla tu destekê bidî vî kesî, lê tu ardibû li her kuçeyê marketên mezin didî vekirin. Wexta tu wisa bikî wê ev kes dikana xwe bigire û wê doza kar li te bike. Ji dêvla hikûmet destekê bide me, barê me girantir dike. Qey me ev ehq kiriye? Erê, me heq kiriye. Çimkî min dengê xwe dan evan kesan. Diviya me di hilbijartina dawî de deng nedana wan."    Mehmet Aras ku kûafortiyê dike, diyar kir ku cara ewil e rewşa wan ev qasî xirab dibe û destnîşan kir ku eger wisa dewam bike ew ê dev ji karê xwe berde.