Endamên KESK'ê ji bo mafê xwe wê li Enqereyê bigêjin hev 2019-05-22 09:31:48 MÛŞ – Kedkarên KESK’ê ji bo mafê keda xwe biparêzin wê di 24'ê Gulanê de li pêş Wezareta Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê ya Enqereyê kom bibin û doza mafê xwe bikin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mûşê Îlyas Aslan, diyar kir ku wekî kedkar ji bo li ked û pêşeroja xwe xwedî derkevin wê bimeşin  Enqereyê.    Kedkarên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemeaweriyê (KESK), bi armanca doza mafê xwe bikin wê di 24'ê Gulanê de li pêş Wezareta Xizmeta Civakî, Xebat û Malbatê ya Enqereyê kom bibin. Serokê Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Mûşê Îlyas Aslan, têkildarî meşê û daxwazên xwe axivî. Aslan, diyar kir ku wekî kedkar ji bo li ked û pêşeroja xwe xwedî derkevin wê bimeşin  Enqereyê. Aslan, anî ziman ku amadekariya meşa wan a "Ji bêewlehiyê re bes e" didomin û wiha got: "Em ê hemû kedkar di 24'ê Gulanê de li Enqereyê bigêjin hev û daxaza ked û mafê xwe bikin. Di şertên Tirkiye de kedkar her dem di nava şert û mercên pir giran de dijîn. Piştî OHAL'ê li dijî kedkaran şert û merc pir zor û zahmet bû. Gelek kedkar bi KHK'yan neheq ji karên xwe hatin dûrxistin. Armanca sereke ya îktîdarê ewe ku kedkaran bike mohtacê xwe. Li Tirkiye krîza aborî heye. Dixwaze êşa wê ji sere kedkaran derxe. Em jî dibêjin emê bedela krîzê nedin.    JI BO EM LI MAFÊ XWE XWEDÎ DERKEVIN EMÊ BIÇIN ENQERE    Aslan, da zanîn ku wekî kedkar wê di 24'ê Gulanê de ji çar aliyên Tirkiye berê xwe bidin Enqereyê û wiha got: "Em ê di 24'ê Gulanê de li pêş Wezîraretê kom bibin. Armanca me em li ked û pêşeroja xwe xwedî derkevin. Em dixwazin îstîhdama bi ewle bi dest bixin. Em bang li hemû kedkarên Tirkiye dikin ku bimeşin Enqereyê.    MA / Cemîl Ugur