Serokê TAR-VAK'ê: Divê girîngiyê bidin hilberîna genim 2017-11-18 12:52:10 ENQERE - Serokê Giştî yê TAR-VAK'ê Abdullah Aysu diyar kir ku hikumetê bi polîtîkaya "goştê erzan" dê çareseriyê bi pêş nexe û aşkera kir ku piştgiriya ku didin şirketan nadin cotkaran û wiha got: "Divê girîngî bidin xwedîkirina sewal û hilberîna genim." Rojên borî Serokomar û Serokê Giştî yê AKP'ê Tayyîp Erdogan dema diçû Sirbistanê, di balafirê de aşkera kiribû ku 5 hezar ton goştê bê hestû îthal kirine. Li ser van axaftina Erdogan, polîtîkaya sewalkarî û hilberînê careke din di rojevê de cih girt.   Piştî daxuyaniyên Erdogan nerazîbûn jî zêde bûn. Serokê Giştî yê Weqfa Çandiniyê ya Tirkiyeyê (TAR-VAK) Abdullah Aysu, ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî û polîtîkaya sewalkarî û çandiniyê nirxand.   ‘JI 4 KESAN RE SEWALEK DIKEVE’    Aysu da zanîn ku polîtîkaya çandiniyê ya li Tirkiyeyê ji bo cotkarên mezin baş e, ji bo cotkarên piçûk xirab e û wiha axivî: "Piştî nifûsa çandiniyê kêm bû, di hejmara sewalan de jî kêmbûn deket. Piştî ji bo xwedîkirina dewaran destek hat dayîn, hejmara sewalan kêm bû. Berî 40 salî li Tirkiyeyê serê kesekî sewalek diket, îro serê 4 kesan sewalek dikeve û rewş hatiye vê astê."   Aysu anî ziman ku di salên1980'yî de polîtîkayên neo-lîberal xistine dewrê û bi vê re giranî dane ser şirketên çandiniyê û sewalkariyê. Aysu wiha pê de çû: "Piştgirî dan şirketên cotkariyê jî dan sewalkariyê jî. Xwedîkirina mîh û bizinan hat berastengkirin. Lê zêdekirina hejmara canegeyan li gorî mîh û bizinan hêj zortir e. Li Tirkiyeyê barîna baranê bê pergal e, ji ber ku di warê gîhayan de jî welatekî feqîr e, xwedîkirina mîh û bizinan hêj hêsanttir e."   ‘ŞERÊ LI HERÊMÊ BANDORÊ DIKE’   Aysu piştrast kir ku navenda sewalkariyê bajarên kurdan e û wiha pê de çû: "Şerê li herêmê bandoreke xirab li ser sewalkariyê dike. Ev jî bi xwe re pirsgirêkên kêmbûna goşt derdixe holê." Aysu got ku "Bi goştê îthalî re daxistina buhayê guşt dê çareseriyê neyne" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ev polîtîkaya der barê sewalkarî û çandiniyê de tê kirin şaş e. Piştgiriya divê li Tirkiyeyê ji bo cotkaran bê kirin, şirketên biyanî yên derveyê welat re dikin. Divê piştgiriyê bidin xwedîkirina sewalan, li cihê xwedîkirina canegan, mîh û bizin bên xwedîkirin."   ‘BUĞDAY İLE KOYUN, GERİSİ OYUN’   Aysu der barê polîtîkaya candinî û sewalkariyê de jî ev tişt anî ziman: "Em çawa di aliyê goşt û sewalên sax de îthalatê dikin, di warê genim de jî îthalatê dikin. Mîh û genim tiştên din ne xemin. Divê di xwedîkirina sewalan de mîh û bizin, di hilberîna çandiniyê de jî girîngiyê bidin genim. Heke em piştgiriyê bidin genim û xwedîkirina sewalan, dê di xwarinên bingehîn de pêşketin derkeve holê û dê pêşî li îthalê jî bê girtin. Bêguman dawîbûna şer û pêşektina aştiyê jî dê pêşî li îthalatê bide girtin."