Paleyiya sîran dest pê kir: Ne di dest hilberîneran ne jî di dest karkeran de tiştek nema 2019-06-14 09:16:34 DÎLOK – Li navçeya Erebanê paleyiya sîran dest pê kir. Lê belê ne cotkar ne jî karker ji rewşa heyî nerazî ne. Hilberînaren, got: "dema em ji pereyê bi dest me ketiye lêçûnan derxin, sifirek mezin di dest me de dimîne." Karkeran jî got: "Ma em ê bi 42 lîreyan çi bikin?"  Li navçeya Ereban a Dîlokê paleyiya sîran dest pê kir. Cotkaran bi hêviyeke mezin sîran açndibûn lê belê tiştek di dest wan de nema û ehr wiha karkerên ku rojê 11 saetan dixebitin jî ji ber yewmiyeya wan hindik e ji rewşa heyî nerazî ne. Cotkar Aydin Îlcî, diyar kir ku maliyeta kîloyek sîr 5 lîre ye û got: "Bi rastî jî cotkarî zehmet e. Mazot bûye 6-7 lîre. Bi ser de pereyê traktor, avdanî, karkeran, neqkliyeyê... tiştek di dest me de namîne." Karker Ahmet Karataş ku pîşeya wî ya sereke înşeat e, lê belê ji ber di sektora înşeatê de kar tune ye niha sîran kom dike jî got: "Di şert û mercên niha de wê mirov bi 42 lîreyan çi bike?"    'SIFIREK MEZIN'    Cotkar Aydin Îlcî, bilêv kir ku di karê sîran de ne hilberîner ne jî karker qzenc nake, ji lewre Tirkiye piraniya sîran îthal dike û ji ber vê berên navmalî pere nakin. Îlcî, anî ziman ku li bazar û halan fiyetê sîran heta 5 lîreyan jî daketiye û got: "Yanî, niha li welatê me cotkarî miriye. Jiyan zor e, her tişt biha ye. Êdî cotkarî û karkerî pere nake. Ji malekê 3-4 kes tên dixebitin û hewl didin debara xwe bikin. Niha em karkeran ji dîlokê tînin. Car heye em li vir akonên xwe vedidin û di konan de dimînin. Car heye jî em 100 kîlometreyî diçin û tên. Wexta em lêçûnan ji pereyê bi dets me dikeve derxin, di dest me de sifireke mezin dimîne."    'TÊRA XWARINA ME NAKE'   Karker Ahmet Karataş jî destnîşan kir ku di şert û mercên zehmet de dixebitin û ji sibehê heta êvarî di bin tavê de dişoxilin. Karataş, got: "Pereyê bi dest me dikeve têra xwarina me ya rojekê nake. Rojê em 11 saetan dixebitin. Saeta wê tê ser 4 lîreyî. Tu qîmeta karkeran tune ye Patron tenê li xwe difikire. Wexta lis er îneşatê dixebitîm mehê nêzî 3 hezar û nîv bi dest min diket. Lê niha mehê hezar û 260 lîre bi destê min dikeve. Em nikarin debara xwe bikin. Kes nikare bi vî pereyî niha debara xwe bike. Eger karê înşeatê bi dest me bikeve em ê bixebitin. Çimkî em mecbûr in. Pereyê niha bi dest me dikeve ne tu pere ye."    Karker Emîne Aslan jî diyar kir ku wê zaroka xwe ya 5 salî li malê hiştiye û hatiye dixebite. Aslan, diyar kir ku her tişt biha bûye û tiştek bi dewlemendan nayê tişt adibe bi feqîran dibe û got: "Xebata di germahiyê de zehmetir e. Em êvarî saet di 5'an de diçin mala xwe. Hîn em bêhna xwe venadin û têr raazin te dît bû sibeh û em hatin nav erd. Piştî karê sîran em ê li nav erdê pembo bixebitin. Havînê sekn ji me re tune ye. Niha bi 42 lîreyan dixebitin. Bi vî pereyî tu nikarî kîloyek çay jî bikirî. Her tişt biha bûye. Qîmeta pere nemaye."    ‘EM NIKARIN DEBARA XWE BIKIN'    Karker Ayşe Kaya jî ku nexweşîna tansiyon û dilî pê re heye, diyar kir ku ji bo debara xwe û zarokên xwe bike ji mecbûrî dixebite. Kaya, diyar kir ku sibehê saet di 6'an de tên nav erd heta 5'ê êvarî dixebitin û got: "3 zarokên min hene û her sê jî dixebitin. Ji ber nexweşim xebata di vê germahiyê tesîrê li min dike. Lê mecbûr im. Hevjînê min jî karê îneşatê dike. Ji ber karê îneşatê jî nemaye li malê ye. Bi pereyê didin me jî ancax em ji marketê pê çend tiştan dikirin. Jixwe fiyetê firingiyan û îsotan diyar e. Em bi zorê debara xwe dikin."