Li Pasaja Pêlîstokan rewşa kar 5 qat kêm bûye 2019-06-15 09:21:09 RIHA - Li Pasaja Japonê ya Rihayê ku pêlîstok, amûrên malê û amûrên xişirî ji her deverên Tirkiyeyê re dişîne, rewşa kar ji 5 paran daket parekê. Esnafê pasajê Ethem Baygeldî, got: "Berê me bi pereyê di dest xwe de dikaribû 5 konteynr mal bikire, lê niha em pê dikarin konteynirekê bikirin."    Esnafên Pasaja Japonê ya Rihayê ku bi îthalatê re mijûl dibin, niha ji ber krîza aborî nikarin tiştekî bikin. Esnafên ji Çîn, Japonya, Hîndîstan, Tayvan û gelek welatên din pêlîstok, amûrên malê û amûrên xişirî îthal dikin û difiroşin tevahiya Tirkiyeyê, diyar kirin ku du sal in ji ber krîza aborî hindik mane top bavêjin.    Ethem Baygeldî ku 10 sal in esnafê pasajê ye, diyar kir ku ji ber zêdebûna dolar di îthalatê de rewş xirab bûye û ji ber vê karê wan jî nebaş e. Baygeldî, anî ziman ku 4-5 sal in di bazirganiyê de bertengiyek heye û sedemeke vê jî kûra dolarî ye. Baygeldî, destnîşan kir ku dolar ji du lîre û nîvan ji nişka ve bû 6 lîre û ev yek kiriye ku mirov nikaribin tiştekî bikirin. Baygeldî, bilêv kir ku ew berên îthal dikin nikarin li Tirkiyeyê bi dolaran bifiroşin. Baygeldî, got: "Ev jî dibe seedema zêdebûna maliyetê. Yanî berê me bi pereyê di dest xwe de dikaribû 5 konteynr mal bikire, lê niha em pê dikarin konteynirekê bikirin."     Esnaf Şahîn Toprak jî, diyar kir ku pasaja wan ji bo Tirkiyeyê bazereke girîng e. Toprak, anî ziman ku malên ji derve pêşî tên Rihayê û ji vira jî li Tirkiyeyê tên belavkirin û got: "Bêhevsengiya di aboriyê de tesîrê li esnafên pajasê dike. Her diçe aborî xirabtir dibe. Em her roj xwezay xwe bi roja borî tînin. Sedema vê jî ew e ku berpirsiyar peywira xw ebi cih naynin. Roj heye em serfetihê jî nakin."