Ji bo bêhna berê ji firingiyan bê, tovê herêmî belaş belav dikin 2017-11-21 09:02:10 ÎZMÎR – Li Seferîhîsarê, ji bo berbelavkirina toximê herêmî malbata Karahanoglû tev digere û ji bo kesên ku toxim dixwazin, bi şertê ku dê li wan vegerînin didin wan. Malbat, li hemberî toximên hîbrît û kîmyewî tev digerin û dixwazin vê tevgerîna ji bo toximê herêmî bi kooperatîfbûyînê zeximtir bikin.  Li Tirkiyeyê, ji sala 2006’an ve firotina toximên bê sertîfîqe qedexe ye. Wezareta Çandinî û Sewalvaniyê di sala 2018’an de hewl dide ku di çarçoveya “Projeya Çandiniya Netewî” de destekê nede cotkarên ku toximên bê sertîfîqe bi kar tînin. Lê belê, li Îzmîr û bajarên derdora wê ji bo berbelavkirina toximê herêmî şahiyên “toximê edetî û pevguherandinê” tên lidarxistin. Ji kesên toximê herêmî bi kar tînin hevjînên hev Hakan û Tûgba Karahanoglû, ji bo vê yeke têdikoşin.    ÊDÎ BÊHNA BERÊ JI FIRINGIYAN TÊ    Hakan Karahanoglû, anî ziman ku piştî wan fêm kir ku berên ku ew diçinînin, bêhna wan nexwezayî ye, tevî komek hevalê xwe wan dest bi çandiniya li ser esasê toximê herêmî kiriye û wiha got: “Wek berê bêhn ji van firingiyan nayê. Divê em tiştekî bikin.” Karahanoglû, got ku wan wisa gotiye û ew tev geriyane. Karahanoglû, dest nîşan kir ku paşê wan ji gundan toximên herêmî ber hev kirine. Karahanoglû, got ku toximên ku wan berhev kirine, wan bêyî pere li cotkaran belav kiriye. Karahanoglû, anî ziman ku piştî qedexekirina firotina toximên bêsertîfîqa ew fikirîne ku çareyekê bibînin. Karahnoglû, da zanîn ku ji ber maliyeta wê zêde ye, gundî nikarin toximên xwe bikin ên bisertîfîqa. Karahnoglû, got ku gundî neçar hatine hiştin ku toximê bihîbrît bi karî bînin. Karahanoglû, dest nîşan kir ku piştî şahiyên pevguherandinê dest pê kirin, bikaranîna toximê herêmî berbelav bûye û kêliyekê be jî gundî rihet bûne û bi vî awayî rê li ber wê mecbûrîyeta bikaranîna yên şîrketên mezin hatiye girtin.    BELAŞ BELAV DIKIN   Tûgba Karahanoglû jî dest nişan kir ku di çandiniya organîk de jî bikaranîna hîbrît û madeyên kîmyewî heye. Karahanoglû, dest nîşan kir ku ji bo jiyaneke bisihet tekane rê toximên herêmî ne. Karahanoglû, anî ziman ku ew û hevjînê xwe li ser erdekî 15 donimî çandiniyê dikin û kesên di mehên Sibat û Adarê de daxwaza toximên herêmî dikin, ew belaş didin wan. Karahanoglû, got ku bi qasî karibin pê çandiniyê bikin ew toxim dişînin, lê bi şertê ku paşê 3-4 qat zêde toximê ji wan re bê şandin ew toxim dişînin. Karahnoglû wiha got: “Em vê yekê hem ji bo teşwîqkirina kesê/a ku em toxim jê re dişînin û hem jî ji bo em bibin bersiva daxwazên din dikin. Lê bi vê yekê em dixwazin bikaranîna toximê herêmî jî zêde bibe.”   Her wiha Karahanoglû, dest nîşan kir ku dezavantaja cotkarên ku bi toximê herêmî çandiniyê dikin jî ew e ku, bazareke wan a berên xwe lê bifiroşin tune ye. Karahanoglû got ku ji bo vê yekê jî kooperatîfbûyîn girîng e. Karahanoglû, dest nîşan kir ku li Tirkiyeyê di têkoşîna warê toximê herêmî û hilberîneriyê de tekane rê tevgerîna bi hev re ye.