Karkerê 12 salî: Ji bo xeyala xwe dixebitim 2017-11-22 09:43:18 DÎLOK – Hasan Y.’yê 12 salî ku li Nîzîpê nane, bexdenûz û rokayê difiroşe, anî ziman ku hem alîkariya malbata xwe dike hem jî ji bo xeyala xwe ya ji bo bijîşktiyê pêk bîne dixebite.  Li Nîzîpa Dîlokê, Hasan Y.’yê 12 salî ku ji bo alîkariya malbata xwe bike û xeyala xwe ya ji bo bijîşktiyê pêk bîne, piştî dibistanê nane, bexdenûz û rokayê difiroşe. Hasan, zerzewatên ku li baxçeyê malê danîne li kolanên herî qelebalix ên navçeyê difiroşe. Hasan Y. Diyar kir ku wî di 10 saliya xwe de dest bi vî karî kiriye û balê kişand ser zor û zehmetiyên kar. Y., got ku ji ber ew jî wek hevtemenên xwe bi lîstikan nalîze li ber dikeve.    HEVTEMENÊN WÎ BI GOGÊ DILÎZIN!   Y., diyar kir ku her roj piştî zingila paydosê ew bi ereboka xwe ya destan li kuçe û kolanan digere û wiha got: “Hevsalên min li kuçeyan bi gogê dilîzin, lê ez vî karî dikim. Li kolanên qelebalix disekinim. Çimkî li wir zêde difiroşim. Niha kar pir tune ye. Kêm zêde xercaneya min dertê. Pereyê qezenc dikim, didim malbata xwe. 2 sal in ez vî karî dikim. Êdî nîzîpî min nas dikin.”    XEYALA WÎ BIJÎŞKTÎ YE    Y., diyar kir ku hem ew alîkariya malbata xwe dike, hem jî ji bo bibe bijîşk dixebite û wiha got: “Ji bo xeyala xwe ya bijîşktiyê pêk bînim, divê bixebitim. Dema mamosteyên min, min li kuçeyan dibînin min texdîr dikin. Heta ew jî tiştan ji min dikirin.”