2-3 sal şûnde li Tirkiye dê sewalkarî bi dawî bibe 2017-11-23 09:49:26 ÎDIR – Xweyîkerên sewalan ên li Îdirê anîn ziman ku ji ber goştê îthal ew bi rojên zor re rû bi rû ne. Xweyîkeran destnîşan kirin ku ev politikaya tunekirina sewalvaniyê ye û wiha got: “Wê 2-3 sal şûnde li Tirkiyeyê heywan neyên peydakirin. Divê dewlet polîtîkayên xwe rast bike."  Li Îdira ku di warê pez û dewaran de cihekî girîng e, niha bi rojên zor û zehmet re rû bi rû maye. Xweyîkerên sewalan diyar kirin ku ew sewalên xwe bi zirarê difiroşin û heke wisa bidome ew ê hemû heywanên xwe bifiroşin. Hamît Çikmaz ku ji zarokatiya xwe ve vî karî dike, dest nîşan kir ku ji ber goştê îthal buhayê heywanan ketiye. Çikmaz got ku ew kîloya kayê lîreyekê derbas kiriye û wiha got: "Hema bêje kîloya ceh jî bûye lîre û nîv. Ji ber vana rewşa me nebaş e. Piyaseya heywanan zaf erzan bûye. Niha em bi zirarê heywnan xweyî dikin. Bila dewlet çareyekê bibîne. Heke dewlet goşt îthal dike, nexwe divê ji bo me jî alternatîfekê bibîne. Heke wisa bidome, em ê ji mecbûrî hemû heywanên xwe bifiroşin. Wê 2-3 sal şûnde li Tirkiyeyê heywan neyên peydakirin.”    'POLÎTÎKAYA HEYÎ POLÎTÎKAYA TUNEKIRINA SEWALVANIYÊ YE’   Mecît Çikmaz jî, xwest ku Wezareta Çandiniyê û Sewalvaniyê ji dêvla goştê îthal desteka sewalvaniyê bike. Çikmaz, dest nîşan kir ku heke buhayên ceh, mazot û kayê dakeve wê goşt jî erzan bibe. Çikmaz, got ku heke sewalvanî bê destekirin wê Tirkiye karibe goşt îxrac jî bike û wiha got: “Polîtîkayên heyî polîtîkayên tunekirina sewalvaniyê ne. Bila dewlet dev ji van polîtîkayan berde û destekê bide cotkaran. Heke ev polîtîka bidomin em ê heywanên xwe bifiroşin.”   SERDEMA HERÎ XERAB   Yakup Haşîmoglû jî dest nîşan kir ku sewalvanî di serdema xwe ya herî xerab de ye. Haşîmoglû, diyar kir ku wî ji bo firotinê mî kirîne, lê belê ji ber buhayê heywanan kêm bûye hemû di dest wî de mane û wiha got: “Îsal em tim dixisirin. Ji ber zozanên me hatine qedexekirin em diçin zozanên Qersê kirê dikin. Ji bo zozanan em dikevin mazatê. Û ev yek jî di navbera 100-200 hezar lîreyî de ye.” Haşîmoglû got ku ew havînan li herêmekê û zivistanê jî li herêmekê ne û wiha axivî: “Karekî evqasî zehmet e, lê belê wê ji ber îthalkirina goşt a dewletê ev jî biqede.”   'BILA DEWLET DESTEK BIKE WÊ GOŞT ERZAN BIBE’    Haşîmoglû, dest nîşan kir ku ji ber qedexekirina zozanan gelek caran ew bi rewşên talûke re rû bi rû dimînin. Haşîmoglû got ku tapûya wan jî heye, lê ew nikarin biçin zozanên xwe. Haşîmoglû, diyar kir ku heke wisa dewam bike dê li Tirkiyeyê sewalvanî biqede. Haşîmoglû, got ku rayedar tenê dibêjin buhayê goşt zêde bûye, lê behsa zor û zehmetiyên vî karî nakin. Haşîmoglû diyar kir ku bila dewlet alîkariya wan bike, wê goşt jixweber erzan bibe.