Karkerên madenê doza tazmînata xwe dikin 2019-07-21 09:07:22   MANÎSA - Li Somayê, karkerên ocaxên madenê yên ji kar hatin derxistin û yên teqawidbûyî nikarin tazmînatên xwe wergirin.    Piştî karesata 13'ê Gulan a 2014'an a li Somayê, karkeerên ji komkujiyê xelas bûn, ji Soma Holdîngê doza tazmanîatên xwe dikin. Wê çend roj şûnde karker ji bo mafên xwe meşekê li dar bixin.    Ercan Gulerê li Madena Işiklarê ya Holdînga Somayê dixebitî û di Kanûna 2018'an d eteqawid bû, bilêv kir ku tazmînata wî nedanç. Gurler, anî ziman ku şîrketê ji wan re gotiye ewilî ew ê tazmînata we bidin, lê belê piştî şîrketê navê xwe guherand tazmînat nehatin dayîn. Gurler, bilêv kir ku ji bo vê yekê divê Kargeha Komirê ya Tirkiyeyê (TKÎ) gavina bavêje û got: "Êdî em nikarin debara zarokên xwe jî bikin."    ‘BERPIRSIYAR SEROKOMAR E'    Alî Oner jî bilêv kir ku 6 salan di madena Somayê de xebitiye û ji bo tazmînata xwe wergirin doz vekirine û bi ser ketine. Oner, anî ziman ku lê belê her çend di dozê bi ser ketibin jî lê ev salek e tazmînat nayê dayîn. Oner, diyar kir ku ji ber ku şîrket nav guherandiye muxataban nabînin û got: "Alp Gurkan ê ku bû sedema mirina 301 karkerî hat berdan. Berpirsiyarê van neheqiyan Serokomar Recep Tayyîp Erdogan e. Patron derxistin û destûra fealiyetê jî dan destê wî. Niha bi navekî din vî karî dike, lê perên me nade me. Hêvîdar im TKÎ gavina bavêje, lê bawer nakim. Em ji vê dewletê doza alîkarî sedeqeyan nakin, em doza ked û heqê xwe yê bi salan dikin."    ‘3 HEZAR KARKER MEXDÛR IN'    Mehmet Ozdemîr ê di sala 2017'an de ji Madena Işiklarê hat derxistin, bilêv kir ku ji bo mafên xwe serî li hemûs aziyên eleqedar dane. Ozdemîr, diyar kir ku Sendîkaya Kar a Madenê ji wan re gotiye: "Ji bo çi we doz vekiriye. Jixwe rewşa şîrketê nebaş e." Ozdemîr, got: "10 salan xebitîm û taliyê ez ji kar avêtim. Di dozê de jî em bi ser ketin lê dîsa jî heqê me nadin me. Ji ber dest dan,ne ser mal û milkên Holdîng Somaym, em jî nikarin heqê xwe wergirin. Niha navê wê Yenî Anadolû ye. Dibêjin 'em ne muxatabên we ne.' 3 hezar karkerên madenê mexdûrê tazmînatê ne. Em parsekiyê nakin, em doza heqê xwe dikin."    Îshak Çobanê piştî 12 salan ji kar hat avêtin jî got: "Em tazmînata xwe dixwazin. Dewlet guh nade me. Em dixwazin dewlet bi pirsgirêkên me re eleqedar bibe an bila ew perê me bide an jî bila şîrket bide." Bûrhan Ateş ê 12 saln li madenê xebitî jî, bilêv kir ku nikarin tazmînata xwe wergirin û bi meaşê teqawidbûyînê jî nikarin debara xwe bikin û got: "Li Somayê kar tune ye. Em dixwazin serokomar vê pirsgirêkê çareser bike."    Beytûllah Keskîn ê ku 20 salan di madena Somayê de xebitî jî got: "Ew tazmînat xwêdana eniya min e. Çima nadin? Bang li serokomar dikim, çima meaşê êmtirîn nabe 2 hezar û 500 lîre? Eger li nav erd nexebitim ez ê ji birçîna bimirim."    MA / Sevda Aydin