Pîroglu: Çeka herî mezin a bindestan piştevanî ye 2019-07-29 10:31:23   STENBOL - Karkerên Ozsut, bi sedema ku şîrketê dawî li karê wan anîn û meaşê 2 karkeran nadin wan daxuyanî dan çapemeniyê. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu, diyar kir ku çeka kesên bindest a herî mezin şewirmendî û piştevanî ye û piştgirî da karkerên Ozsutê.    Karkerên Ozsut ên şîrketê dawî li karê wan anîn û meaşê 2 karekran nedan wan, dest bi çalakiyê kirin. Karkerên Ozsut ji bo mafê xwe bistînin ji 3'ê Tîrmehê ve li ber xwe didin. Karkerên Ozsut, li pêş Şaxa Ozsut a Kadikoyê çalakî li dar xistin. Di çalakiyê de parlamenterê HDP'ê yê Stenbolê Musa Pîroglu jî amade bû. Karkeran bê navber dirûşmeyên “Ozsut soza xwe pêk bîne û heqê me bidin me" û “Karkerên Ozsut  ne bi tenê ne" berz kirin. Parlamenterê HDP'ê Musa Piroglu, ewil di çalakiyê de axivî û diyar kir ku çeka kesên bindest a herî mezin şewirmendî û piştevanî ye û piştgirî da karkerên Ozsutê. Ji ber karkerek hemû karkeran eleqeder dike şîrket heqê karkeran nade. Karkerek carekê mafê xwe bi dest bixe wê hemû karker li mafê xwe xwedî derkevin. Ji ber vê yekê naxwazin karker doza mafê xwe bikin."    Piştre li ser navê karkeran Cansu Sayra Andaç daxuyanî da. Andaç, anî ziman ku karkerên Ozsutê ji bo ked û xwîdana xwe 24 rojin li ber xwe dide û wiha got: "Piştî berxwedana me meaşê 16 hevalên me dan wan. Heta mafê 2 hevalên me yên din jî bite têkoşîna me wê bidome. Em ê li vir li pêş Ozsutê berxwedana xwe berdewam bikin."   Karkeran piştî daxuyaniyê bi hevre strana “Çav Bella” xwendin.