Zeytûnên Nîzîpê ji ber zuhabûnê hişk bûn 2017-11-24 11:02:12 DÎLOK – Navçeya Nîzîpê bi zeytûnê xwe tê nasîn. Ji ber zuhabûnê zeytûn hişk dibin.  Li navçeya Nîzîp a Dîlokê ya li kêleka Çemê Firatê darên zeytunan ji ber sal zuha derbas bû hişk bûn. Cotkarê zeytûnan Beşîr Kiliç diyar kir ku ji ber bêavbûnê xêr û bera zeytûnan kêm bûye û ew nikarin zeytûnên di baxçeyê xwe bifiroşin zeytûnên ji bajarên rojavayê Tirkiyeyê tên difiroşin. Kiliç da zanîn ku Çemê Firatê di ber Nîzîpê de diherike lê zeytûnên wan bêav dimînin û got: “20 sale nîzîpî ji dewletê daxwaza anîna avê dikin, lê kes guh nade daxwaza wan. Her sala ku diçe xêr û ber kêm dibe. Êdî dê xwediyên baxçeyan daran ji koka wan bibirin wekî din tu çareyek wan tuneye.”    Kiliç got ku zeytûnên li hala Nîzîpê tên firotin yên ji rojavayê Tirkiyeyê tên û ji ber hişkesaliya li herêmê jî karê zeytûnan miriye. Kiliç destnîşan kir ku li herêma wan derfetên avdaniyê hebin dê zeytûnên qalîte jî hilberînin û hem ji bo xwarinê dê gel zeytûnên erzan peyda bike û hem jî dê feydeya wê li aboriya herêmê bibe.