Krîza aborî tenê bandorê li sergînan nekiriye! 2017-11-25 09:06:48 IDÎR – Di serdemeke ku krîza aborî bandorek neyînî li hemû qadan kiriye de, ji ber sarbûna hewayê herî zêde rewşa karê firoşkarên sergînan/tepikan baş e. Sergînên ku hem erzan hem jî xwezayî ne, van rojan rastî eleqeyek zêde tên.  Li Îdirê, her sal beriya zivistanê welatî sergînên/tepikên ku ji gundan tînin li Bazara Sergînan difiroşin û bi vî awayî debara xwe dikin. Ji ber ku buhayên komirê zêde bûye, welatî berê xwe didin sergînan û dibêjin ji bo şewitandinê alternatîfa herî baş jî sergîn in. Her sibeh bi dehan traktor û kamyon sergînan tînin bazarê û bêyî ku sergîn pir li bazarê bimînin tên firotin. Firoşkarên sergînan, anî ziman ku di vê serdema ku krîza aborî tesireke neyînî li hemû qadan kiriye de karê wan zaf baş e. Sergînên ku hem ji bo tenûrê hem jî ji bo germkirinê tên şewitandin, tu zirarê nadin tenduristiya mirovan.    ‘REMOQA SERGÎNAN BI 200 LÎREYÎ YE’    Welatiyê bi navê Mûrat Çaça, anî ziman ku ew her sibeh ji gundên nêz navenda bajêr bi traktor û kamyonan sergînan dikire û tîne bazarê. Çaça got ku bi salan e ew vî karî dike. Çaça ev tişt gotin: “Em diçin gundê nêzî navendê, derî bi derî digerin û sergînan dikirin. Ez romoqa sergînan bi 150 lîreyî dikirim. Gundî sergînan ji binê axurên xwe radikin û em jî wan dikirin û em li vê bazara ku em jê re dibêjin bazara kevir difiroşin. Bi piranî kesên rewşa wan a aborî nebaş û nikarin komirê bikirin sergînan dikirin. Em romoqê bi 150 lîreyî dikirin û bi 200-210 lîreyî difiroşin. Dema zivistan hişk derbas bibe, buhayê wan zêde dibe û em zêdetir difirşin. Lê dema zivistaneke hişk tune be pir nayên firotin.”    ‘RAXBETEK ZÊDE JI BO SERGÎNAN HEYE’    Çaça anî ziman ku sergîn ji komirê erzantir in û biqalîtetir in û wiha domand: “Bêhna wan tune ye, jixwe duxana wê jî pir najo. Ji ber xwezayî ne, zirara wan tune ye. Ya herî girîng jî, tesîreke neyînî li tenduristiya mirovan nakin. Kes ji ber duxana wan jehrî nabe. Raxbeteke zêde ji bo sergînan heye. Bi taybetî jî di vê demsalê de raxbeteke zêde ji bo wan heye. Mirov ji komirê bêtir êdî sergînan dişewitînin. Ji ber vê ev der qelebalix dibe. Rojê hema bêje 4 romoqan difiroşim. Heke zivistan hişk derbas bibe, rojê 10 romoqan jî difiroşim.”