Karkera Realê: Beramberiya keda 17 salan ‘birçîtî’ ye 2017-11-25 09:31:48 STENBOL – Ji hezar û 700 karkerên Real Hîpermarketê ku bi hîle û xurdeyan mafên wan hat xespkirin Ayşe Atbaş, diyar kir ku ew wek koleyan dewrî Mexazeyên Begendîkê hatine kirin û beramberiya keda wê ya 17 salan “bîrçîtî” ye.  Hezar û 700 karkerên Hîpermarket Realê ku bi hîle û xurdeyan mafên wan hatin xespkirin, ji 17’ê Hezîranê ve li Stenbol, Enqere, Qeyserî û gelek bajarên din çalakiyan li dar dixin. Piştî ku Real Hîpermarket dewrî Maxazayên Begendîkê hatin kirin, Haci Begendîk daxuyaniyek da û der pêş kir ku ew ê mafên karkeran ên ketine ser hev bidin. Lê belê, bêyî ku mafên wan bên dayîn karker ji kar hatin derxistin û paşê hat daxuyandin ku Real îflas kiriye.    Karker, diyar dikin ku îflasa ku hatiye îlankirin hîledar e û bi çalakiyên ku li dar dixin ew daxwaza mafên xwe dikin.    'EM WEK KOLEYAN DEWRÎ BEGENDÎKÊ HATIN KIRIN’    Ayşe Atbaş ku 17 salan di Şaxa Real Hîpermarket a Kartalê de xebitî, dest nîşan kir ku beramberiya 17 salên xebata wê “birçîtî” bûye. Atbaşê, dest nîşan kir ku Real Hîpermarket a aîdî Koma Hîpermarket a Metroyê ye wan wek amûrên mîrî (demirbaş) û koleyan dewrî Begendîkê kiriye û ev tişt gotin: “Paşê li gel daxuyaniyên xwe yên qezencê jî, ragihandin ku wan îflas kiriye. Keda min a 17 salan hat xespkirin.” Atbaş, diyar kir ku heta ew mafê xwe wergire ew ê bitêkoşe, niha betal e û bi piştevaniya malbata xwe bi zorê debara xwe dike.    Yakûp Coşkûn ku piştî 8 salên xebatê yên li Şaxa Real Hîpermarket a li Forûma Bayrampaşa ya Stenbolê ji kar hat avêtin jî, anî ziman ku ew nikare debara zarokên xwe bike. Coşkûn, got ku ji 3 zarokên wî dudo jê dixwînin û yek jî li leşkeriyê ye û wiha domand: “Ji bo nanê xwe em her roj diçin cihekî. Kes dengê me nabihîse. Deyn zêde bûn. Nikarim heqê lêçûnên zarokên xwe bidim. Bila bên û li mala min binerin. Nan jî tune ye.” Coşkûn got ku ew ê ji bo nanê xwe bitêkoşe û heta ew bi ser nekevin ew ê li kuçeyan bin.    MA / Metin Yoksu