Karkerê li ber ÎBB'ê di grevê de: Malbateke me ya em xwedî dikin heye 2017-11-25 14:22:22   ÎZMÎR – Karkerê bi navê Mahîr Kiliç 13 roj e li ber Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê ji bo vegere karê xwe, di greva birçîbûnê de ye. Kiliç got ku "Hevjîna min du canî ye, ez ji bo wan têkoşînê didim" û wiha axivî: "Ez neçarim vê têkoşînê bidim. Berpirsyariyên min hene. Malbateke min a ku divê ez wam xwedî bikim heye. Heta vegerim karê xwe ez ê tê bikoşim."   Mahîr Kiliç dema di ÎZENERJÎ'ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de mafên xwe yê qadrotiyê û jiyanî dixwest, ji kar hat avêtin, berî 13 rojan li ber şaredariyê dest bi greva birçîbûnê kir. Kiliç destnîşan kir ku ew ê 60 rojî bikeve greva birçîbûnê, heke di 61'an de karê wî nedin, dê dest bi rojiya mirinê bike. Hevrêyên Kiliç ên ji kar hatin avêtin jî piştgiriyê didin wî. Kiliç ê ku vekirina pankart û dovîzan li wî hatiye qedexekirin, bi şev bi betaniyekî dimîne. Ji bo çalakiya wî bê dîtin, her 10 rojan carekê daxûyaniyê dide.   Kiliç da zanîn ku wî demek dirêj bi amotorî û provesyonelî fûtbol leyîstiye, li bajarên cuda di lîga 2'yemîn û 3'yemîn de di tîman de cih girtiye. Kiliç aşkera kir ku herî dawî di Bandirma Sporê de derketina Lîga 3'yemîn, li 30 saliya xwe de dest ji fûtbolê berdaye. Kiliç di sala 2010'an de di Dayerya Karên Fenê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dest bi kar kiriye, piştî 5 salan wekî karker di Serokatiya Dayereya Kaxizên Avîtinê de xebitî ye, bi karkerên ku doza kadro û tediyeya îlaveyî qezenc kirine û piştre ji kar hatine avêtin. Bi îdiaya tev li çalakiyên Parka Geziyê û madenvanên Somayê bûye, der barê wî de doz hatiye vekirin, piştî çalakiya "Ez di grevê de me, karê xwe dixwazim" da destpêkirin, hat binçavkirin û 227 lîre cezayê pere lê birîn.   'EV TÊKOŞÎN JI BI MALBATÊ YE'   Kiliç da zanîn ku ji fûtbolvaniyê derbasî karkeriyê bûye, di her qadê de hatine mexdûrkirin. Kiliç piştrast kir ku her ku piştgiriya ji bo karê wî zêde dibe û got ku "Tişta girîng mirov êşa kesên din jî di laşê xwe de hîs bike." Kiliç ê di çalakiya xwe de gelek israr e û piştrast kir ku heta ew venegere karê xwe dê çalakiya xwe berdewam bike û wiha got: "Hevjîna min her dem tê serdana min. Ez dizanim nede nîşan jî gelekî xemgîn e. Lê em malbatek berxwedêr in. Hevjîna min dizane ev têkoşîn ji bo me ye. Hêj keça min 9 salî ye, ez vê pêvajoyê ji wê re jî vedibêjim. Dixwazim fêm bike. Dibe ku ew jî di pêşerojê de bi tiştên wiha re rû bi rû bimîne, dema wisa bû dê çawa têkoşînê bide, qe nebe bizanibe."