Dolar bihabûn TIR jî rawestiyan 2017-11-27 09:13:06   MÊRSÎN – Bihabûna dovîzan li ser ajokarên TIR’an jî bandorek neyînî kir. Ajokarên TIR’ên li Mêrsînê diyar kirin ku ji ber bar tune ye nikarin ji parka TIR’an derbikevin û gotin: “Karê neqliyatê hatiye asta xelasbûnê.”    Bi polîtîkaya şer re hem navxweyî û hem jî ya derve bazirganîyê jî anî asta rawestandinê. Bihabûna dovîzê jî bandorek neyînî li ser îhracatê dike. Ev geşedan ango bihabûn bandorek mezin li ser ajokarên TIR’an ên ku bar vedugezînin derve welat û li hundirê welat jî kir. Li parka TIR’an a li taxa Hal a girêdayî navçeya Akdenîza Mêrsînê karê neqliyatê rawestiyaye û TIR nikarin ji parke derbikevin. Ajokerên TIR’an ku bi salan bar veguhezandin welatên cîran wiha gotin: “Karê neqliyatê hatiye asta xelasbûnê. Êdî tu wateya karê ajokariyê jî nemaye.”    'DOLAR FIRIYAN Û ÎHRACAT RAWESTIYA’    Omer Purnek ê 14 sal e ajokariya TIR’ê dike diyar kir ku sektora îhracatê rawestiyaye û di demek gelek xerab de derbas dibin. Purnek da zanîn ku şirketên mezin ên naqliyeyên li Tirkiyeyê bazariganiya xwe bi dolaran dikin û got: “Lê bi zêdebûna bihayê dolaran re di dan û sitendinda bazirganiyê de rawestandin çêbû. Ev jî xwe di seferên neqliyeyê de dide nîşandan. Di rewşa asayî de di mehekê de 4 caran diçûm Iraqê û dihatim, ji 6 rojan carek diçim û dihatim. Lê di 2 mehên dawî de min 2 sefer jî nekiriye. Niha li Tirkiyeyê ji ber dolaran rewş xerab e.”    ŞER Û AMBARGO BANDOR KIR    Yahya Balik ê 8 sale ajokariya TIR’ê dike jî destnîşan kir ku şer û amborgaya di salên dawî de li ku xwe li Rojhilata Navîn daye der bandorek neyînî li ser wan dike û bi buhabûna dolaran re karê naqliyeyê jî rawestiyaye. Balik diyar kir ku ji ber buhabûna dolaran baziraganan kar rawestandiye û ji ber vê yekê ew jî nikarin kar bikin û ev 6 roj e li benda kar e lê kar tune ye. Balik got ku hemû barên cîhanê ajokarê TIR’an dikişînin û got: “Hemû eziyetê em dikişînin, lê yên bi karê xwe rezil bûne jî em in.”    ‘DOLAR DAKEVE DÊ KAR JÎ HEBE’    Ajokarê TIR’ê Arîf Ozkan jî anî ziman ku hefteyeke li parka TIR’an li benda kar e û wiha got: “Karsaz ji me re dibêjin ku kar tune ye. Ji bo karê neqliyê vebibe divê dolar dakevin. Bazirgan ji me re dibêjin ‘Bar tune ye.’ Lê em dizanin bar tune ye. Lê ew jî li benda daketina dolaran e. Yanî dolar dakevin dê kar jî derkeve. Wisa xuya dike ku herî dawî em ê dest ji maşîneyên xwe berdin.”   MA / Ergîn Çaglar