Di kana komirê de hezaz pêk hat 2017-11-27 14:35:06   ZONGULDAK - Li Zonguldakê di kana komirê de hezaz pêk hat û 3 karker di kanê de dorpêçkirî man. Ji karkeran yek hat rizgarkirin, xebatên ji bo 2 karkeran dewam dike.   Li navçeya Kîlîmliyê ya Zonguldakê, di Miduryeta Muesseseya Kargeriya Kevir û Komirê ya Karadonê ya Saziya Kevir û Komirê ya Tirkiyeyê (TTK) de hezaz pêk hat. 2 karkerên di binê hezazê de man, xebatên ji bo rizgarkirinê dewam dikin. Hat diyarkirin ku saet di 12.30'an de di kana aydê TTK'ê de hezaz pêk hatiye. 3 karker di binê hezazê de man. Karkerên din ên di kanê de bi hewara hevalên xwe çûn, karkerek rizgar kirin. Karkerê birîndar bi amhulansê rakrin Nexweşxaneya Dewletê.   Ekîbên AFAD û Serwîsa Lezgîn a 112 şandin herêmê. Ekîbên çûn herêmê, ji bo 2 karkeran rizgar bikin dest bi xebatê kirin.