'Ne baran kevir jî bibarin em karê xwe dixwazin' 2017-11-27 14:45:08   ÎZMÎR - Karkerê bi navê Mahîr Kiliç piştî ji Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê hat avêtin, ji bo vegere karê xwe 15 roj e di greva birçîbûnê de ye. Kiliç di bin baranê de çalakiya xwe dewam dike û got ku "Ne baran kevir jî bibare em karê xwe dixwazin."   Karkerê bi navê Mahîr Kiliç dema di ÎZENERJÎ'ya Şaredariya Bajarê Mezin a Îzmîrê de dixebitî, ji kar hatibû avêtin. Kiliç 15 roj e li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin di greva birçîbûnê de ye. Her çendî li Îzmîrê baraneke dijwar hebe jî Kiliç çalakiya xwe dewam dike. Ji hêla din ve karkerên hevalên wî jî piştgiriyê didin çalakiya wî. Kiliç di bin baranê de ji bo xwe ji baranê biparêze, sîwan û mişambe dide xebatê.   Kiliç destnîşan kir ku çalakiya wî di roja 15'an de ye û ev tişt got: "Baran jî bibare, berf jî bibare û kevir jî bibare em karê xwe dixwazin. Dê çalakiya me dewam bike. Heta em vegerin karê xwe em ê li berxwe bidin. Daxwaza me vekirî û zelal e. Em dîsa karê xwe dixwazin. Tekane daxwaza me ev e."