Mamosteyên nehatin peywirdarkirin: Başe ku peywir nedan me 2017-11-28 09:18:53 ÎDIR - Mamosteyên bi navê Hakan Keser û Farrettîn Baştamur piştî ji bo mamostetiyê mehatin peywirdarkirin, dikana şûştinê ya maşîneyan vekirin. Mamosteyên ji karê xwe kêfxwş in gotin ku "Bi hezaran hempîşeyên me hatin îxrackirin. Baş e ku em nehatine peywirdarkirin." 2 mamosteyên dîrokê yên wekî mamoste nehatin peywirdarkirin, li Îdirê dikana şûştina erebeyan vekirin. Her du mamoste gelek caran ketin Ezmûna Hilbijartina Personelên Cemaweriyê (KPSS), lê li cihekî nehatin peywirdarkirin. Mamosteyan gelek caran ji bo kar serlêdan jî kirin û hemû serlêdanên wan bê encam man. Bernamzetên mamostetiyê piştî kar nedîtin li bajêr kargeha şûştina erebeyan vekirin, gelek ji karên xwe memnûn in. Mamosteyan got ku "Bi hezaran hempîşeyên me hatin îxrackirin, baş e ku em nehatine peywirdarkirin."   ‘EM JI KARÊ XWE MEMNÛN IN’    Hakan Keser di sala 2012'an de ji Zanîngeha Celal Bahar a Manîsayê mezûn dibe. Keser da zanîn ku her gava ku ew ketine ezmûnê pûan zêde bûne û wiha axivî: "Herî min biryar da ez bikevim KPSS'ê. Ji derveyê mamostetiyê ez li gelek cihan xebitîm. Herî dawî min biryar da ku ez dikana şûştina erebeyan vekim. Min mamosteyekî dîrokê jî girt gel xwe. Demekî wekî karker xebitî. Piştre xwest bibe hevpar û em niha hevpar in."   'BAŞ E KU EM NEHATIN PEYWIRDARKIRIN'    Keser destnîşan kir ku bi Rewşa Awarte (OHAL) re bi hezaran mirov mexdûr bûne û îxraçkirina bi hezaran mamosteyî jî bi bîr xist û wiha got: "Qet nebe em ji kar nehatin îxrackirin, ji bo wê ez bi şans im. Ji ber ku min bi têkoşînê karê xwe ava kir û ez ji halê xwe memnûn im. Lê hevalên me yên wekî mamoste hatin peywirdarkirin û piştre bi KHK'ê hatin îxrackirin, rewşa wan li holê ye. Gelek hevalên min ên hatin îxrackirin hene. Gelek ji van bi krediyê mal û erebe standine, ketine binê deyn û niha jî hatine îxrackirin. Hêj krediyên xwe û deynên xwe neqedandibûn, hatin îxrackirin. Niha gelekî mexdûr in. Rewşa min ji ya gelekan baştir e."   'EM NEBIN MEMÛR JÎ DIKARIN DEBARA XWE BIKIN’   Keser anî ziman ku mirov nebin memûrê dewletê jî dikarin bi rihetî debara xwe bikin û wiha pê de çû: "Her kes bibe memûr kê ereba bişo. Ez dixwazim karê xwe hêj mezintir bikim. Ji nava 15 erebe şoyên li Îdirê de herî zêde em tên tercîhkirin. Ev jî me kêfxweş dike. Tenê karê me erebe şûştin nîne, yên tên erebeyên xwe dişon em bi wan re sohbet jî dikin, çay û qehwe vedixwen."   'KAREKÎ ZEHMET E LÊ BAŞ E’   Mamosteyê bi navê Fahrettîn Baştamur jî wekî mamoste nehatiye peywirdarkirin. Baştamur got ku "Ez di sala 2013'an de ji zanîngehê mezûn bûm" û ev tişt anî ziman: "Piştî mezûnbûnê ez 2 caran ketim ezmûna KPSS'ê; lê ez nehatim peywirdarkirin. Armacna min mamostetî bû û min dixwest ez tiştekî hînî xwendevanan bikim. Lê nebû. Karê erebe şûştinê ne karekî planî bû. Karekî zehmet e, lê ez jê hez dikim. Têkoşîna me ya kedê jî wiha ye."   Baştamur herî dawî da zanîn ku heke ew bibûya mamoste, dibe ku bihata îxrackirin û got ku "Baş e ku ez nebûm mamoste."