'Yên aborî xistin vî halî dê hesap bidin' 2017-11-28 09:23:54 AMED – Di demên dawî de li bazaran tam bêdengiyeke xwe daye der û ji ber vê welatî nizanin dê çi bikin. Ji ber ku berên wan li ser dezgeyan dimînin û nayên firotin, bazarvan nerihet in û dixwazin kesên ku rewşa aborî xistin vî halî bila hesab bidin.  Her diçe rewşa aborî ya welat nebaş dibe û ji ber zêdebûna kûrên dowîzî jî gelek tişt zem xwarin û ev yek bi awayekî tund bandorê li piyaseyê dike. Ji ber vê rewşê hema bêje êdî welatî nikarin biçin bazarê û pêdiviyên xwe yên sereke bikirin. Ji van beran buhayê firingî û îsotan 4 lîreyan derbas kiriye. Li gel vê welatî ji buhayan nerazî ne û bazarvan jî ji ber ku berên ser dezgeyên xwe nikarin bifiroşin nerazî ne. Li Amedê ji bazarvanan bigire tu kes ji rewşa aborî ya heyî nerazî ye.   Mamoste Suleyman Mutabik, anî ziman ku zemên di demên dawî de bandorê li bazarê jî dike û wiha got: “Mazot 5 qurişî tê zemkirin, lê ev yek bi qasî 50 qurişî bandorê li bazarê dike. Rewşa cotkaran ne tu rewş e. Ji dêvla ku alîkariya cotkaran bikin, diçin ji derve mal îthal dikin. Mazotê bi lîre û nîvê didin xwediyê yatên luks, lê di ser 5 lîreyan re didin cotkaran.” Mutabik, balê kişand ser zêdebûna kûrên dowîzî û wiha got: “6 meh berê meaşê min ê karmendiyê teqabulî 2 hezar dolarî dikir, lê niha teqabulî nêzî 700 dolarî wan dike. Dema hikûmet bû îktîdar îdia dikir ku ew ê hin polîtîkayan biafirînin ku çerxa aborî karibe xwe bi xwe bigere. Lê dema em li rewşa heyî dinerin; di warê aborî de em bûne pêgirtiyê derve.”    ‘BILA WEZÎRÊ DARAYÊ BÊ ROJEKÊ LI BAZARÊ BIXEBITE’    Hîkmet Yurekhanli ku 42 sal in bazarvaniyê dike wiha got: “Vî berê ku min daniye ser dezge, heke heta sibê êvarî bifiroşim ez ê şikir bikim.” Yurekhanli, got ku berpirsiyarê vê rewşê Wezîrê Darayê ye û ev tişt gotin: “Wek her tişt di riya xwe de be, rewşa aboriyê baş be birêz wezîrê darayê tev digere. Bang wî dikim, bila bê û rojekê li bazarê bixebite ka çawa ye.”    Ahmet Gîrçekê ku berê welatiyên tên bazarê û tiştan dikirin dikişine û bi vî awayî debara xwe dike wiha got: “Berê, berî esir her tiştê bazarê diqediya. Lê niha, em heta êvarî li van dera ne, kes pir tiştan nakire û ji ber vê em jî tu karî nakin.”    Alî Şaşmaz, ku anî ziman 15 sal in ew bazarvaniyê dike, got ku hema bêje êdî tu kar tune ye. Şaşmaz, dest nîşan kir ku krîza aborî heye û wiha got: “Buha zaf zêde ne. Em nikarin berên ku dikirin bifiroşin. Ji sibehê heta êvarî li ser dezge dimîne, paşê em wan kom dikin û diçin malê. Serê sibehê vala bike, êvarê kom bike. Karê me ev e.” Filîz Guner a ku hat bazaraê jî ev tişt gotin: “Ji sibehê ve li bazarê digerim. Ji bo marolekê bistînim, difikirim.” Bazarvan Kadîr Tûtkûn ku 20 sal in bazarvaniyê dike, anî ziman ku welatî nayên bazarê û wiha axivî: “Tenê ne li bazarê, li her derî kar tune ye. Welatî ji buhayan nerazî ne. Êdî kes nikare tiştekî bikire.” Suleyman Fîdanê ku ji bo hin tiştan bikire hat bazarê jî diyar kir ku buha zêde ne û ev tişt gotin: “Buhayê tu tiştî jî ne dibiniya 5 lîreyan de ye. Li şaredariyê dixebitim. Mehê 500 lîreyî didim heqê metbaxê, lê dîsa jî têr nake.”    MA / Rifat Şahin