Aborîzan Sonmez: Aborî dê bi pêşxistina aştiyê baş bibe 2017-11-29 09:44:26 STENBOL – Aborîzan Mûstafa Sonmez, anî ziman ku Bankeya Navendî li hemberî zêdebûna Dolar û Eûroyê faîzê zêde dike û bi vî awayî hewl dide hevsengiyekê çê bike, lê li gel vê yekê jî aborî sinyalên nebaş dide. Sonmez diyar kir ku ji ber vê dibe ku sala 2018’an bibe “saleke nexweş” û wiha got: “Sererastkirina vê yekê bi pêşxistina aştiya navxweyî pêkan e.”  Her diçe Lîreyê Tirkî li ber Dolar û Eûro bêqîmet dibe. Tê diyarkirin ku wê ev yek heta 4’ê Kanûnê doza Reza Zarrab a wê li Amerîkayê pêk bê bidome. Aborîzan Mûstafa Sonmez sedema ku TL bêqîmet dibe vegot û diyar kir ku ev yek ji ber sedemên siyasî û aborî ye.    Sonmez, diyar kir ku di zêdebûna Dolar de ya ku tenê divê Bankeya Navendî bike, ew e ku faîzeke ku TL veguherîne rewşeke cazib bisepîne. Sonmez got ku ji bo şîrketên hicûmî Dolar dikin bisekinîne çend roj berê Bankeya Navendî, faîza zimnî zêde kiriye. Sonmez ev tişt gotin: “Lîreyê Tirkî li gor welatên wek Meksîka, Brezîlya, welatên Afrîka Başûr bêdtir bêqîmet dibe. Ev têkildarî sedemên polîtîk in. Di navbera hikûmeta DYA’yê de pirsgirêk hene. Krîza vîzeyê ya di 8’ê Cotmehê de, doza Reza Zarrab ku dê di meha Kanûnê de pêk bê… Ev yek jî hem bandorê li faktorên hundurîn hem jî li yên derve dike.”  Sonmez diyar kir ku pergala fînansê wê hin darbeyan bixwe û ev tişt gotin: “Ji bo veberhênanên derve jî tu îmaja veberhênaniyê ya welat tune ye. Veberhênanên hundurîn jî ji bo rewşa xwe saxlem bikin, berê xwe didin Dolar û Euro û her diçe ev yek zêdetir dibe. Bankeya Navendî çeka xwe ya faîzê kişandiye û hewl dide hevsengiyekê çê bike, lê wisa dixuyê pir nepêkan e. Heke sê çar pûanan faîzê zêde bike jî, wê dîsa ne têrbar be û berhêlîbûna ji bo dowîzê wê dîsa çê bibe. An jî dibe ku du sê puan veberhênanên biyanî têr neke. Dibe ku yên heyî jî ji nişka ve welat biterikînin.”    DIVÊ HIKÛMET DI NAV SALEKÊ DE 210 MILYAR DOLAR PEYDA BIKE    Sonmez, dest nîşan kir ku tevî vê rewşa bêqîmetbûyîna pere, di vê serdema ku aborî berteng dibe de deyn jî zêde dibin. Sonmez ev tişt gotin: “Tengijîneke wisa ya Tirkiyeyê jî heye. Bi nêvengî 170 milyar Dolar deynê Tirkiyeyê yê derve heye. Her wiha her sal jî bi nêvengî 40 milyar kêmaniya budçeyê çê dibe. Yanî di van şert û mercan de divê 210 milyar Dolar peyda bike. Divê hikûmet di 12 mehên pêş de 210 milyar Dolarî peyda bike. Niha rewşeke çewisîner a ji bo peydakirina vî pereyî heye. Di van şert û mercan de hikûmet ketiye pêyî dîtina pereyekî ku faîzeke zêde ji bo wî nede. Difikire, heke ez bi faîzeke zêde wergirim ez ê vê faîzê çawa bidim. Dema faîz bê dayîn her kes dikare pereyan bibîne, lê hûn ê di bin wî pereyî de bimînin. Yanî tam rewşeke tengijîniyî heye. Ji ber vê dibe ku li Tirkiyeyê sala 2018’an bibe saleke nexweş.”   'DEMOKRASÎ DIVÊ’    Sonmez, hişyar kir ku ji bo dawî li vê rewşa xerab a aboriyê bê divê beriya her tiştî OHAL bê rakirin û wiha got: “Paşê divê Tirkiye aştiya navxweyî peyda bike û bi zimanekî aştiyane bi hêzên herêmê re pêwendiyê deyne. Divê dawî li rageşiya hundurîn bê û Tirkiye bibe welatekî asayî. Niha Tirkiye di nav welatên birîsk de di rêzên ewil de cih digire. Divê ev tişt biguhere ku veberhênan ji derve bên. Divê OHAL bê rakirin û Tirkiye veguhere dewleteke huqûqê. Bi kinasî heke OHAL rabe, heke demokrasî peyda bibe wê aborî bi pêş keve.”    MA / Metin Yoksu