‘Fatûreya krîza aborî li karkeran tê birîn’ 2017-11-30 09:23:08 STENBOL– Mûrat Çakir, nûnerê ÎSÎG’ê ku bi weşandina raporên “cinayetên karî” riya jîngeha kedê ronî dike, diyar kir ku di rapora ku wan weşandiye de di 11 mehn 2017’an de herî kêm hezar û 850 karker jiyana xwe ji dest dane û wiha got. “Rewşa xerab a aboriyê bi zext û zoriyan bi ser karkeran de diçe. Fatûreya polîtîkayên nebaş, li karkeran tê birin.”  Meclîsa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG), her sal bi awayekî rêk û pêk rapora cinayetên karî diweşîne û bi vî awayî rê li ber jîngeha kedê dixe. Di rapora herî dawî hat weşandin de hat destnîşankirin ku di 11 mehên 2017’an de herî kêm hezar û 850 karker jiyana xwe ji dest dan. Her wiha di raporê de hat diyarkirin ku ji karkerên jiyana xwe ji dest dane ji sedî 98 wan ne sendîkayî ne û ji sedî 2 jî sendîkayî ne. Endamê Meclîsa ÎSÎG’ê Mûrat Çakir dest nîşan kir ku her diçe cinayetên karî zêde dibin. Her wiha Çakir got ku rewşa aboriyê ya nebaş wê bandorê li 2018’an bike û dibe ku ev yek yek bibe sedema mirinan.    'FATÛRE LI KARKERAN TÊ BIRÎN’    Çakir, dest nîşan kir ku bi awayekî zêde krîz bandorê li ser tendursitiya karkeran dike û fatûre li kedkaran tê birîn. Çakir wiha got: “Di navbera cinayetên karî û aboriyê de têkilî heye. Enflasyon zêde ye. Ji ceryan û gaza xwezayî bigire, her tişt zem xwariye. Derûniya karkeran nebaş e. Dema em dibêjin tenduristiya karkeran tiştekî fizik nefikirin. Ji bo di warê aborî de jî ji vê rewşa tengijîn xelas bibe îktîdar OHAL’ê bi kar tîne û ev yek li cihê kar barê karkeran girantir dike. Karê ku divê du kes bikin, bi karkerekî tê kirin. Ev yek rê li ber qezayên karî û cinayetên karî vedike.”    SALÊ HERÎ KÊM 80 KARKER ÎNTIHAR DIKIN    Çakir, diyar kir ku ew ji sala 2013’an ve jî întiharên karkeran jî tomar dikin. Çakir got ku bi awayekî zêde karker deyndar in û ji ber vê bêhêvîtiyê salê bi nêvengî 80 karker întihar dikin.   Çakir bi bîr xist ku berdewamkirina OHAL’ê bi aborî û rêveberiya welat re têkildar e û wiha domand: “Di OHAL’ê de ji sedî 10 cinayetên karî zêde bûn.” Çakir diyar kir ku di OHAL’ê de cinayetên karî zêde bûne û wiha got: “Fatûreya polîtîkayên nebaş, li karkeran tê birin. Na, tenê li wan nayê birîn rasterast jiyana xwe winda dikin.”    Çakir diyar kir ku herî zêde di sektora înşaetê de cinayetên karî çê dibin û herî zêde di vê sektorê de bêrêxistinbûyîn a karkeran heye.    BANGAWAZÎ   Çakir, dest nîşan kir ku dema karker bibin sendîkayî wê cinayetên karî kêm bibin û divê pergala taşeronî ji holê bê rakirin.    Çakir, diyar kir ku ew ê di 2’yê Kanûna 2017’an saet di 14.00’an de li Kadikoy Altiyolê rapora cinayetên karî ya Mijdara 2017’an aşkere bikin û ji bo dawî li cinayetên karî bê bang li her kesî kir.   MA / Metin Yoksu