HDK'ê li Mêrsînê starta kampanya krîzê da 2019-10-02 15:19:56 MÊRSÎN - Rêveberiya Bajar a Mêrsînê ya HDK'ê li Mêrsînê strarta kampanya xebata krîza aborî da.  Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di 26'ê Îlonê de li Stenbolê civîna giştî li dar xist û ji bo krîza aborî kampanya çalakiyan da destpêkirin. HDK'ê piştî li Enqere, Edeneyê kampanya starta krîza abori da destpêkirin îro jî li Mêrsînê starta kampanya krîza aborî da destpêkirin. HDK'ê civîna starta krîzê li Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê bi civîna çapemeniyê parve kir. Gelek nûnerên rêxistinên civakî tev li civînê bûn. Hevberdevka HDK'ê ya Mêrsînê Zahide Yavuz daxuyanî xwend. Yavuz, anî ziman ku li Tirkiye krîze kûr a aborî heye û wiha got: "Em wekî HDK'ê dixwazin fatûra krîzê ne li gelê xizan, li berpirsiyarê krîzê bê birîn. Di bingeha kampanyayê de krîza aborî heye. Divê neyê ji bîrkirin sedema esîl a krîzê polîtîkayên pergala kapitalist e. Armanca me ya stratejîk a HDK'ê, avakirina jiyanek nû ye."