'Têkoşîna ji bo kedê, bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye' 2019-10-03 09:18:45 ÎZMÎR – Serokê Şaxa 1'ê ya TUMBELSEN a Îzmîrê Anil Kaçar, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman qanûna bingehîn, hiqûq û demokrasî hatiye binpêkirin û got, li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo kedê bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye.  Piştî şaredariyên bajarên mezin ên Mêrdîn, Amed û Wanê, Wezareta Karên Navxweyî qeyûm tayînî şaredariya Pasûr û Qereyaziyê. Çalakiyên Nobeta Demokrasiyê yên li dijî tayînkirina qeyûman didomin. Serokê Şaxa 1'ê ya TUMBELSEN a Îzmîrê Anil Kaçar, bilêv kir ku bi tayînkirina qeyûman qanûna bingehîn, hiqûq û demokrasî hatiye binpêkirin û got, li Tirkiyeyê têkoşîna ji bo kedê bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayiye.    ‘QANÛNA BINGEHÎN, HIQÛQ Û DEMOKRASÎ HAT BINPÊKIRIN'    Kaçar, destnîşan kir ku qanûna bingehîn peymana herî mezin a di navbera dewlet û civakê de ye, lê belê tayînkirina qeyûman qanûna bingehîn, hiqûq û demokrasiyê bin pê kiriye.    Kaçar, bal kişand ser karkerên li şaredariyan dixebitin û tesîrê ji tayînkirina qeyûman digirin jî û got: "Bi vî awayî tenê avahî nayên zevtkirin, kesên îtirazê li vê pêkanîna kêfî dikin û yên wê bên kirin jî tesîrê digirin. Bi derxistina ji kar, peyamê didin kesên lis er kar û barê xwe ne. Bi vê yekê dixwazin wan bitirsînin û wan bi tenê bihêlin. Em TUMBELSEN, çawa di dema Rewşa Awarte de bêdeng neman em ê niha jî serî netewînin. Em ê tim û tim doza heqê xwe bikin. Em ê dev ji ewlehiya xwe ya kar, jiyana bi rûmet nekin."    ‘QEYÛM DIJMINÊ SENDÎKAYÊN MUXALIF IN'    Kaçar, bilêv kir ku ji ber têdikoşin qeyûm êrîşî sendîkayên muxalif dikin û got: "KESK, TMMOB, DÎSK, TTB û baro li cem gel in û wijdanê civakê ne. Ji ber dizanin em dev ji nasnameya xwe ya civakiyî û gelparêziyî bernadin, hem AKP hem jî qeyûm êrîşî van rêxistinan dikin. Em TUMBELSEN, em ê tim li cem karkerên ji kar hatine derxistin bin."    Kaçar, destnîşan kir ku têkoşîna kedê bi têkoşîna ji bo demokrasî û azadiyê ve girê dayîye û got, heta têkoşîna ji bo demokrasiyê bi ser nekeve wê têkoşîna ji bo kedê bi ser nekeve.